ENQERE - MYK'a HDP'ê kesên di Komkujiyên Helebçe û Beyazitê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û got: "Tevî komkujiyan jî wê nekarîn têkoşîna me ya azadiyê biqedîn in."
Desteya Rêvebera a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê salvegera komkujiyên Helebçe û Beyazitê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di ser komkujiya Helebçeyê re 32 sal derbas bûn ku ji aliyê rejîma Saddam ve pêk hat û wiha hat gotin: "Mirovanî wê vê yekê weke 'qirkirinê' bi bîr bîne. Em ê Komkujiya Helebçeyê ji bîr nekin ku 5 hezar Kurd hatin qetilkirin. Em ê feryada zarokên Kurd ku digotin 'Dayê bêhna sêvan tê' ji bîr nekin. Em ê yên ku çekên kîmyewî dane rejîma Saddam ku li ser Kurdan biceribîne ji bîr nekin. Em ê yên ku Komkujiya Helebçeyê ji nedîtî ve tên ji bîr nekin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Komkujiya Helebçeyê jî nekarî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd biqedîne û hate gotin, "Yên ku ders ji vê rastiya dîrokî dernexistine bi heman rengî li Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê êrişî sivîlan dikin. Em van kesên ku heman şaşitiyê dikin hişyar dikin; hûn ê nikaribin herikîna dîrokê biguherînin û têkoşîna azadiyê ya gelan asteng bikin."
KOMKUJIYA BEYAZITÊ
Di daxuyaniyê de Komkujiya Beyazitê hate bibîrxistin û hate gotin, "Îro salvegera Komkujiya Beyazitê ye ku 16'ê Adara 1978'an li Zanîngeha Stenbolê di êrişa bombeyê ya kontrgerîla de 7 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan. Tevî têkoşîna hiqûqî ya bi salan ev dosya hate girtin. Komkujiya Beyazitê mîna bi dehan komkujiyên li Tirkiyeyê di nava tarîtiyê de hate hiştin, kiryar nediyar hate hiştin. Yên jiyana xwe ji dest dan û têkoşîna wan a bi rûmet ti carî nehate jibîrkirin."