AMED - Zulkuf Gezên ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Zulkuf Gezen ê di 16’ê Adara 2019’an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî, di yemîn salvegera şehadeta xwe de, li ser gora xwe hat bibîranîn. Bîranîn li Goristanan Yenîkoy a navçeya Rezanê hat lidarxistin. Dayika Gezen Havva Gezen, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Mûsa Farîsogûllari û Semra Guzel, Komeleya MEYA-DER’ê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî bîranînê bûn. Kesên beşdarî bîranînê bûn qerefîl danîn ser Gora Gezen û dua xwendin.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di bîranînê de axivî û wiha got: “Di saya têkoşîna Zulkuf Gezen, Medya Çinar, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Yonca Akîcî, Siraç Yuksek û Hamsûm Pamay de tecrîd hat şikandin. Ji ber ku Zulkuf û hevalên wî, dizanîn tecrîd sûcê mirovahiyê ye, çalakî li dar xistin. Tecrîd nayê qebûl kirin. Di şexsê birêz Ocalan de, hemû gelan, jinan û ciwanan tecrîd dikin.”
'BERXWEDANEK MEZIN NIVÎSANDIN’
Guven, anî ziman k udi 16’ê Adarê de çi hat jiyîn tenê gelê kurd dizane û wiha bilêv kir: “Di heman demê de îro roja komkujiya Helepçê ye. Di komkujiya Helebçê de xwestin kurdan tune bikin. Lê kesên xwestin kurdan tune bikin ew bi xwe tune bûn. Gelê kurd li dijî komkujiyan berxwedana xwe pêş xist û tu carî paşve gav ne avêt. Gelo çima gelê kurd qetil dikin? Li dijî zilm û komkujiyan berxwedanek mezin hat nivîsandin. Em hemû kesên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Hemû hevalên me di şexsê Zulkuf Gezen de zilm, komkujî û tecrîd qebûl nekirin. Gotin ‘birêz Ocalan xeta me ya sore.’ Birêz Ocalan jî got ‘Em wekheviyê dixwazin, çareserî pêkane.’ Êdî bila birêz Ocalan azad bibe û di nava civakê de siyaseta xwe bi rêve bibe.”
'ÊDÎ BESE, EM BIBIN YEK’
Dayika Gezen Havva Gezen jî, di bîrana kurê xwe de axivî û wiha got: “Îro salvegera mirina Zulkufe. Lê êşa wî her kêlî zindeiye. Êdî tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Kurdên ne zane û li hemberî vê zilmê çavên xwe digirin, bila çavên xwe êdî vekin. Zulkuf çû, lê bila êdî ciwanên weke wî jiyana xwe ji dest nedin. Bila agir bi dilê dayikan nekeve. Êdî bese, em bibin yek. Em ferqa hêza xwe de bin.”