AMED - Baroya Amedê bi minasebeta 32'emîn salvegera komkujiya Helebcê daxuyanî da. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, ji hêzên navdewletî xwest ku komkujiyê wekî jenosîd qebûl bikin.
Baroya Amedê bi minasebeta 32'emîn salvegera 16 Adara 1988’an a Komkujiya Helebceyê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên Baroya Amedê tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Baroyê Cîhan Aydin û endamê Baroya Amedê Prz. Eyûp Aydenîz bi kurdî û tirkî daxuyanî xwendin. Ewil Cîhan Aydin daxûyanî bi tirkî xwend û got: "Qirkirina 16’ê Adarê 1988’an, yek ji qirkirina herî mezin a li dijî kurdan hatiye kirin. Li ser gelê kurd sucên dij mirovahiyê hat kirin. Hêzên Rejîma Baasê, li bajarê Helebceyê çekên kimyewî bikar anîn. Xwest kurdan qir bikin.
‘NEWROZ BI QIRKIRINA HELEPÇEYÊ TARÎ KIRIN’
Aydin, diyar kir ku tunekirina kurdan a bi şewitandin û valakirina gundan, îşkence û darvekirinê bi komkujiya Helebce derxistin asta herî jor û wiha got: ”Newroza ku wekî ji nûve xuliqandinê tê bi navkirin bi qirkirina Helebcê re xwest in ewrên reş bi ser de barînin. Bi xaza kîmyewî 5 hezar kurdên di navde jin, zarok, pîr, ciwan hebûn hatin kuştin."
Aydin, bal kişand ser qanûna sala 1925’an di peymana Cenevrê de hatiye qedexekirin û wiha domand: "Çekên kîmyewî her çiqas ku bi vê peymanê hatibû qedexekirin jî ev komkûjî li ser kurdan hat kirin. Ev bûyer ji bo hêzên navneteweyî jî rûreşiyeke herî mezin e." Aydin bang li hêzên navdewletî kir û xwest komkujiya helepce wekî ‘Jenosîd’ qebûl bikin.
'GELÊ KURD HEBEPCE JI BÎR NAKE'
Piştre Parêzer Eyûp Aydenîz jî bi kurdî axivî û bal kişand ser komkûjiya 32 sal berê û wiha got: “Miletê kurd ku ji bo nasnameya xwe ya neteweyî têdikoşiya, rastî dehan komkujî hatin. Bi hovîtiya Helebcê êş di kûrahiya dilê xwe de jiya.”
Aydenîz herî dawî anî ziman ku Helebce jî wek Nagazakî û Hîroşîmayê rûreşiya tevahiya mirovatiyê ye wiha got: "Baweriya me ew e ku wîjdanê mirovahiyê wê Helebcê ji bîr neke. Bêgûman em gelê kurd Helebcê ji bîr nakin. Em bang li rayedarên Tirkiyê, Yekîtiya Ewrûpa, Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên nav neteweyî kir û xwest bi lez komkûjiyê wekî jenosîd qebûl bikin.