NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran rêxistinên civakî û partiyên siyasî bi minasebeta 32'emîn salvegera komkujiya Helebce, daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin. Nûnerên partî û saziyan diyar kirin ku komkujiya Helebce birîna Kurdan a her dem xwîn jê diherike. Nûneran anîn ziman ku Kurd bibin yek dikarin rê li pêş van komkujiyan bigirin.
Rejîma Seddam Huseyîn 32 sal berê di 16'ê Adara 1988'an de li Helebce li dijî Kurdan çekên kîmyewî bikar anîn û zêdeyî 5 hezar kurd qetil kirin. Sazî û partiyên kurdan bi minasebeta salvegera komkujiyê li gelek bajaran çalakî li dar xistin.
WAN
Rêxistina Partiya Demkoratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, li hewşa avahiya partiya xwe daxuyanî da û komkujiya Helebce şermezar kir. Rêveber û parlamenterên HDP'ê jî tev li çalakiyê bûn. Rêvebera HDP'ê ya Wanê Leyla Atsak, anî ziman ku komkujî ne qedera gelê kurd e û wiha got: "Komkujiya li Helebce du rûtiya Modernîyeta kapitalist nîşan dide. Dibe ku Saddam Huseyin ê berpirsiyarê komkujiyê hatibe darvekirin, lê hesab ji kesên piştgirî dane vê komkujiyê nehatiye pirsîn. 32 sal borîn lê hêj Kurdan ev komkujî ji bîr nekirine û ji bîr nakin. Em tu carî Helebce ji bîr nakin. Em ji Helebce heta Roboskî û heta Rojava hemû komkujiyan şermezar dikin."
MÊRSÎN
Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê jî bi tevlêbûna endam, rêveber û nûnerên rêxistinên civakî li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xistin û komkujî şermezar kirin. Di civînê de Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Mehmet Aliş, anî ziman ku komkujiya Helebce komkujiya herî bi êş û giran a li dijî gelê Kurd bû û wiha got: "Komkujiya Helebce sûcê herî mezin ê mirovahiyê ye. Ev şerma herî mezin a dîrokê ye. Bersîva herî baş a li dijî vê komkujiyê Yekîtiya Neteweya Kurd e."
STENBOL
Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî bi heman armancê daxuyanî da û komkujiya Helebceyê şermezar kir. ÎHD'ê anî ziman ku Helebce wekî rûpela şermê derbasî dîrokê bûye û komkujiya li dijî mirovahiyê ye.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî bi heman armancê daxuyaniya nivîskî da û komkujî şermezar kir. Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê anî ziman ku tu carî dem di ser sûcê li dijî mirovahiyê pêk hatiye re derbas nabe û west hesab ji berpirsiyarayn bê pirsîn.