ENQERE – Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî ji bo endamên Grûp Yorûmê bang kirin û gotin “Em dixwazin endamên Grûp Yorûm, Mustafa Koçak û parêzerên wan demildest werin berdan.”
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê, Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê, Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD), Komeleya Çand û Lêkolînê ya Anadolû (AKA-DER), Kaldiraç, Komeleya Çandê ya Pîrr Sûltan Abdal (PSAKD), Partiya Keskan û Çep, Partiya Şoreşger, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Alinterî, Partîzan, Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP), Şoreşgerên 78’an bi armanca pigirtiya endamên Grûp Yorûm ên di rojiya mirinê de li Navenda Giştî ya ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xistin.
‘DEMILDEST WAN BERDIN Û DAXWAZÊN WAN QEBÛL BIKIN’
Serokê ÎHD’ê ya Şaxa Enqereyê Fatîn Kanat li ser navê saziyan daxuyanî da û got: “Daxwazên endamên Grûp Yorûm pir demokratîk û hêsan in. Lê mixabin îqtîdara siyasî vê yekê nabîne û daxwazên wan napejirîne. Mudaxeleya çalakgeran jî ne mirovî ye. Daxwazek wan a mezin û siyasî nîne. Tenê dixwazin daxwazên wan di çarçoveya edalet û demokrasî de pêk werin. Mudaxeleya li dijî Îbrahîm Gokçek û Hêlîn Bolek a bi darê zorê cînayet e. Em dixwazin endamên Grûp Yorûm, Mustafa Koçak û parêzerên wan demildest werin berdan û daxwazên wan werin qebûlkirin.”
TURKDOGAN: MAFÊ WAN HEYE XWE BIPARÊZ IN
Piştî daxuyaniyê, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî da zanîn ku ew dixwazin xwestekên Grûp Yorûm pêk werin û mafê her kesî heye ku dikaribe parastina xwe bike.