ENQERE - Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş, ragihand ku ji bo nimêjin bi komî biryara navberdayînê dane.
Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş, têkildarî berigiriyên ji bo virûsa koronayê daxuyanî da. Erbaş, diyar kir ku nimêjin bi komî rîsqa berbelavbûna vîrusê zêdetir dikin û ji ber yekê di serî de nêmija înê ji bo hemû nêmijên bi komî yên li mizgeftan biryara navbedayînê hatiye dayîn. Erbaş, desntîşan kir ku ji bo nêmijên ferdî dê mizgeft vekirî bimînin.
SÎNAGOG JÎ HATIN GIRTIN
Li aliyê din Serekxaxamiya Tirkiyeyê jî ji bo bergiriyên vîrusa koronayê ji bilî 3 hewrayên Ortakoy, Şîşlî û Caddebostanê biryar girt ku ji roja çarşemê şûn de hemû hewra ben girtin. Her wiha Serekxaxamiyê xwest ku kesên temenê wan di seriya 60'yî de neyên hewrayan.