* Ayşe Ertene ku di Newroza Cizirê ya 1992'yan de hevjînê wê hat kuştin, behsa wan rojan kir û got: "Kifrîtek be jî pêdixim û Newrozê pîroz dikim."
* Li gundê Kerxê yê Bismilê jêrebihura ku 30 sal in ji bo heywanan tê bikaranîn, bi hinceta "ewlehiyê" hatiye girtin. Ji ber vê dibe sedema qeayan. Şivan Adil Kilinç xwest jêrebihur bê vekirin.
* Komek mezûn û xwendekarên fakulteya ciwankariyê, wêneyên xêz kirine li bazarên îşportayî digihînin wênehezan. Xwendekarn, diyar kir ku galeriyên hunerê di teleka derdorekê de ne.
* Di Newroza 2012'an a li Kazliçeşmeyê Haci Zengîn bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest dabû. Keça wî Eylem Zengîn, piştî fakulteya hiqûqê kuta kir, dosyeya ku ewilî parêzertiya wê kir a bavê wê bûye.
* Serokê Duyemîn ê ÇHD'ê Umît Buyukdag, ji bo daxwazên hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de anî ziman ku daxwazên wan daxwazine dikarin pêk bên û got, dozger û dadger li gor fermanan tev digerin.
* Sema Yuce ku di Newroza 1998'an de agirê Newrozê bi bedena xwe gur kiribû, gotibû: "Dixwazim di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de bibim pirek, dixwazim wekî Zekiye, wekî Rahşan bibim Newroz." Yuce, li pişt xwe nameyek û ji bo jinên kurd mîrateyek têkoşînê hişt.
* Nûnerên saziyên sivîl ên civakî dê têkildarî Vîrûsa Corona li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)