AMED – Li gundê Kerxê yê Bismilê jêrebihura ku 30 sal in ji bo heywanan tê bikaranîn, bi hinceta "ewlehiyê" hatiye girtin. Ji ber vê dibe sedema qeayan. Şivan Adil Kilinç xwest jêrebihur bê vekirin.
Li gundê Kerxê yê Bismila Amedê, jêrebihura ku 30 sal in ji bo heywanan tê bikaranîn bi hinceta "ewlehiyê" hatiye girtin. Ji ber vê qeza çê dibin û heywan dimirin.
Şivanan diyar kir ku piştî jêrebihur hatiye girtin mecbûr heywanên xwe di ser rê rê dibin û gava dibin jî ji bêgavî wesayîtan didin sekinandin. Şivanan got, 30 sal in ev jêrebihur vekiriye û tu carî nebûye sedema pirsgirêkeke ewlehiyê.
Şivan Alî Kilinç, diyar kir ku rojê du caran di rê re derbas dibin û got, hem jiyana wan hem jî ya heywanan di xetereyê de ye. Kilinç, got: "Serê sibê zû em heywanan derdixin dibin mêrgê. Şivantiya 200 dewarî dikim. Gava em dixwazin derbasî wî aliyê rê bibin car heye heywan direvin. Gava em tên jî direvin. Gav derbasî wî alî dibin wesayît li wan diqelibin û dimirin. Gava qeza çê dibe jî em û xwediyên wesayîtan dikevin qirika hev. Bihar hatiye, dibe ku ev qeza zêdetir biqewimin. Loma em dixwazin rojek berî rojekê ev jêrebihur bê vekirin."