STENBOL – Di Newroza 2012'an a li Kazliçeşmeyê Haci Zengîn bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest dabû. Keça wî Eylem Zengîn, piştî fakulteya hiqûqê kuta kir, dosyeya ku ewilî parêzertiya wê kir a bavê wê bûye.
Di 18'ê Adara 2012'an de gel xwestibû li Qada Kazliçeşme ya Stenbolê Newrozê pîroz bike, lê belê polîsan mudaxile kiribû û di vê mudaxileyê de Rêvberê BDP'a Arnavûtkoyê Haci Zengîn bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest dabû. Der barê mirina Zengîn de lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê belê Dozgeriya Komarê ya Stenbolê di sala 2015'an der barê lêpirsînê de biryara "neşopandinê" dabû.
Malbata Zengîn di sala 2017'an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabû, lê belê hê jî AYM'ê biryar nedaye. Keça wî Eylem Zengîn ku di sala 2016'an de Fakulteya Hiqûqê kuta kiriye, ewilî parêzertiya doseyay bavê xwe kiriye.
Zengîn ji bo vê dibêje: "Helbet karê dixwazim bikim ev e, lê belê gava dosyeya ewil a navê meriv, tarrîfkirina wê pir zehmet e."
Zengîn, diyar kir ku gava bavê wê jiyana xwe ji dest daye xwendekar bûye û loma nikaribûye mudaxilî dosyeyê bibe. Zengîn, anî ziman ku lê belê di dema stajê de dosye baş lêkolîn kiriye û mudaxilî dosyeyê bûye ûg ot: "Mirov rabe rapora otopsiyê ya bavê xwe bixwîne, ne tiştekî hêsan e. Yanî ji bo min xwendina dosyeyê ne rihet bû."
‘KIRYAR JÎ DIYAR IN, SÛC JÎ'
Zengîn ji bo biryara "neşopandinê" û pirsa "lêpirsîneke çalak hat kirin an na?" got: "A rast li vî welatî ji lêpirsîneke çalak wêdetir, pirsa divê bê kirin ev e; 'lêpirsîn tên kirin an?' Bi hinceta ku kesek bê tawanbarkirin tuneye, biryara neşopandinê dan. Dosye hê jî li AYM'ê ye. Halbûkî hem kiryar diyar in, hem jî sûc. Û hê jî ev kiryar li vê erdnîgariyê mirovan dikujin, xwînê dirijînin. Wisa xuyaye wê AYM jî biryarekê nede. Loma em hewl didin serî li DMME'yê bidin."
Zengîn, anî ziman ku piştî bavê wê hatiye kuştin û pirsgirêkên di lêpirsînê de bi wan re rû bi rû maye, lêgerîna wê ya ji bo mafan zêdetir bûye û got: "Gava baweriya me bi hiqûqê nemîne, wê çaxê em dev ji mafê xwe jî ber didin. Tu carî baweriya min a ji bo hiqûqê kêm nebû, yanî tim baweriya min a ji bo heqê min heye. Di vî warî de bi awayekî rast bilêvkirina têgînan girîng e. Mafê jiyanê yê bavê min hat binpêkirin. Lê tu carî baweriya min a divê bedêla vî tiştî û cezayê vî tiştî hebe kêm nebû. Ji xwe têkoşîna me jî ji vir dest pê dike. Li hemberî vê pergala kifnikî û dijî nirxên mirovahiyê divê baweriya me ya ji bo hiqûqê hebe ku em karibin bitêkoşin."
Zengîn, diyar kir ku tiştên hatine serê wan pûxteya tiştên hatine serê gelê kurd bi xwe ye û got: "Ji bo hûn tiştekî bi dest bixin an jî bên ciyekî, hûn çi qasî kedê didin bidin, lê her hûn rabin li hemberî pergalê li ber xwe bidin helbet wê bedêlên wê jî hebin. Ev di şexsê malbata min de jî wiha ye. Belê mabata min xwest zarokên wan di şert û emrcên xirab ên aborî de nejîn, lê gava vê jî kirin xwestin bi nasname û bi zimanê xwe bijîn. Diya min hevjînê xwe, em çar xwişk û bira jî me bavê xwe winda kir. Lê gava em wekî têkoşîneke gel esas bigirin, bîlançoya bedêlan girantir e."
MA / Îdrîs Sayilgan