EDENE - Serokê Duyemîn ê ÇHD'ê Umît Buyukdag, ji bo daxwazên hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de anî ziman ku daxwazên wan daxwazine dikarin pêk bên û got, dozger û dadger li gor fermanan tev digerin.
Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli û endamên komeleyê parêzer Aycan Çîçek, Aytaç Unsal, barkin Tîmtîk, Ebrû Tîmtîk, Engîn Gokoglû, Ayşegul Çagatay û Oya Aslan di 3'yê Sibatê de ji bo mafê darizandineke adil dest bi greva birçîbûnê kiribûn. ÇHD'ê di 10'ê Adarê de ragihandibû ku Ebrû Tîmtîk, Barkin Tîmtîk, Aytaç Unsal û Oya Aslan greva xw eveguherandina greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger.
Serokê Duyemîn ê ÇHD'ê Umît Buyukdag, bal kişand ser rewşa hevpîşeyên xwe û xwest daxwazên wan pêk bên.
'DAXWAZÊN WAN DAXWAZINE DIKARIN PÊK BÊN'
Buyukdag, destnîşan kir ku hevpîşeyên wî ji ber karên xwe yê parêzertiyê hatine darizandin. Buyukdag, diyar kir ku 4 hevalên wan ji 10'ê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem de û got, daxwaza hevalên wan mafê darizandina adil e. Buyukdag, got: "Daxwazên hevalên me daxwazine ku dikarin pêk bên. Heger mafê darizandineke adil pêk bê, em hêvî dikin wê hevalên me çalakiya xwe bi dawî bikin."
BINPÊKIRINA MAFAN
Buyukdag, binçavkirina 10 parêzerên hefteya borî li Rihayê hatin binçavkirin bibîr xist û got, ji Nîsana 2019'an ve hejmara parêzerên li Tirkiyeyê tên darizandin hezar û 546 e.
Buyukdag, got: "Mixabin darizandinên niha li Tirkiyeyê pêk tên hemû darizandinên sûkî ne. Maf, qanûn û peymanên bi têkoşîneke bi sedan salan bi dest ketine, niha ne bi destê dadgeran lê bi destê personelên wezaretê tên binpêkirin, tune tên ehsibandin. Darizandina parêzeran jî di nav de. Ji xwe aşkere ye, bi awayekî taybetî parêzeran didarizînin. Bi darizandina parêzeran dixwazin peyamê bidin civakê, bidin muxalifan. Kesên niha lie dliyeyan li ser kursiya dadgeryê rûdinên piranî karmendên dewletê ne. Li gro fermanan tev digerin. Profîleke wiha ne mimkun e ku mafê parastinê esas bigire. Di darizandinê tên kirin de mafê parastinê tê binpêkirin."
Buyukdag xwest daxwazên hevalên wî pêk bên.
MA / Hamdûllah Kesen