STENBOL – Sema Yuce ku di Newroza 1998'an de agirê Newrozê bi bedena xwe gur kiribû, gotibû: "Dixwazim di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de bibim pirek, dixwazim wekî Zekiye, wekî Rahşan bibim Newroz." Yuce, li pişt xwe nameyek û ji bo jinên kurd mîrateyek têkoşînê hişt.
Sema Yuce, di 21'ê Adara 1998'an de li dijî polîtîkayên dewletê û tevkarên wê yên êrîşkar ên li ser tevgera azadiyê ya gelê kurd agir berdabû bedena xwe. Çendî ku di ser mirina wê re 22 sal derbas bûbin jî, lê belê bi çalakiya xwe hê jî wekî roja berê di bîra mirov de ye. Yuce, li pişt xwe mîrateyek têkoşînê ji jinên kurd re hişt û jinên alaya wê ya têkoşînê hilgirtina niha bi berxwedana xwe ji bo jinên cîhanê dibin çavkaniya berxwedan û têkoşînê.
Sema Yuce, di sala 1971'ê de li Agiriyê tê dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li vira dixwîne. Di sala 1987'an de ji bo Beşa Civaknasiyê diçe Zanîngeha ODTU'ya Enqereyê. Gava xwendekara zanîngehê ye, bi zext û oriyên dewletê re rû bi rû dimîne û hê xwendekara pola sisêya ne, di sala 1991'ê de tev li nav PKK'ê dibe. Di sala 1992'yan de li navenda Agiriyê ji ber îxbarekê tê binçavkirin û paşê tê girtin û 22 sal ceza lê tê birîn. Pêşî wê dişînin Girtîgeha Nevşehîrê û ji wir jî sirgûnî Girtîgeha Çanakkaleyê dikin. Yuce, di 21'ê Adara 1998'an de li Girtîgeha Çanakkaleyê li dijî polîtîkayên dewletê yn şerî agir bi bedena xwe dixe. Bi giranî birîndar dibe û wê radikin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Stenbolê. Yuce, di 17'ê Hezîranê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.
PIRA DI NAVBERA 8'Ê ADARÊ Û 21'Ê ADARÊ DE
Sema Yuce, berî ku jiyana xwe ji dest bide ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, jinên kurd, gelê kurd, gelê Anatolyayê û gelên cîhanê re nameyekê dinivîse. Di nameya xwe de bal kişandibû ser statuya gelê kurd, têkoşîna jinên di nav tevgera azadiyê ya gelê kurd de cih digirin. Her wiha Yuce di nameya xwe de ji bo çalakiya xwe wiha dibêje: "Dixwazim mêjiyê xwe, dilê xwe û bedena xwe di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de bikim pirek. Ji bo karibim bibim şagirteke Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, dixwazim wekî Zekiye bişewitim, wekî Rahşanê bibim Newroz. Dixwazim li ser rêça hevrêyên xwe yî din ên bûne Newroz bimeşim."
Yuce, hem bi alakiya xwe hem bi nameya xwe hem jî bi têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê, bandoreke mezin bi taybetî li jinan û bi giştî li gelê kurd kir. Piştî çalakiya xwe di serî de li Agirî li gelek herêman kurdan navê wê li zarokên xwe kirin. Her wiha Hozan Serhed jî ji bo wê bi navê "Keça serhildêr a Agiriyê" stranek çêkiribû.
Dayika wê Zennûr Yuce ya 71 salî, ji ber nexweşiya xwe li Stenbolê ye û diyar kir ku li vira li cem mala keça xwe tedawî dibe. Bi boneya salvegera koçbûyîna Semayê em pê re axivîn û wê jî behsa keça xwe kir.
‘ZAROKEKE JÎR Û SERKEFTÎ BÛ'
Dayik Yuce, diyar kir ku gava Sema biçûk bûye zarokeke bêdeng bûye û wê û hevalên xwe û mamsoteyên xwe baş li hev du dikir û got, her sal bi serkeftî dibistan kuta dikir.
Dayik Yuce, bilêv kir ku bi taybetî jî meraqa Semayê pir li ser dîroka kurd hebûye û ji bo vê lêkolîn dikirin. Yuce, got: "Hê zarok bû zarokên keç kom dikir û tiştên hîn dibû bi wan re parve dikir. Dixwast zarokên keç serwext bike. Zarokek jîr û serkeftî bû. Apê wê tim bi navê Leyla Qasim gazî wê dikir. Tirs pê re tunebû, neheqî qebûl nedikir, li dijî neheqiyê serî radikir û ji alîkariyê hez dikir."
‘BI HEZARAN SEMA ÇÊBÛN'
Dayik Yuce got: "Di salên ewilî de gundî dihatin cem min, dixwestin navê Sema li zarokên xwe bikin. Min jî ji wan re digot ez ê pir kêfxweş bibim. Çimkî min digot Semayek çû bi hezaran Sema çêbûn. Ji ber ku min keçek wiha aniye dinê, ji ber ku bi saya wê min têkoşîna gelê kurd nas kir pê serbilind im."
‘KEÇA MIN JI BO JIYANEKE BIRÛMET MIR'
Dayik Yuce, destnîşan kir ku keça wê Sema tenê ne ji bo jinên kurd, ji bo jinên cîhanê tevan sembol û pêşengek e û got: "Bi milyonan jin alaya têkoşîna ku wê ji bo wê jiyana xwe ji dest da hilgirtin. Li pişt keça xwe qet negiriyam. Jineke ji bo jiyaneke birûmet mir. Bîrikirina xwe ya ji bo keça xwe diçim mala li gund û dibistanên ku wê lê xwendiye. Berî ku ji bo tedawiyê bên Stenbolê çûm lîseya ku wê lê xwendibû û min xatir ji keça xwe xwest."
Dayik Yuce herî dawî got: "Di dema keça min de têkoşîna gelê kurd hê nû bû. Lê niha veguheriye tiştekî mezin. Êdî ev têkoşîn nayê veşartin û tune nayê hesibandin. Loma dixwazim êdî kurd bibin yek. Êdî dem hatiye ku têkoşîna zarokên me bi ser bikeve."
MA / Semra Tûran