ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîgolû, bal kişand ser rewşa girtîgehan a ku vîrûsa korona lê bi bandor bibe û got: “Divê pêvajoyên berdan bên destpêkirin. Ez dixwazin di vê rewşê de efoyek giştî bê rojevê.”
Di girtîgehên Tirkiyeyê de, ji 300 hezarî zedetir girtî û hikumxar hene. Girtîgehe ji ber bin pê kirinên mafên mirovan ji rojevê dernakevin. Bi belavbûna vîrûsa korona (Kovîd-19) re nîqaşên derbarê girtîgehan de zêde kirin. Endamê Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê û wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, rîsk û bandora vîrûsê ya li ser girtîgehan nirxand. Gergerlîoglû, diyar kir ku li gorî şertên asayî, rewşa li girtîgehan pir xerabe û wiha axivî: “Vîrûsa korona wê bandoreke mezin li girtîgehan bike. Girtî û xizmên wan niha di nava fikarên mezin dene.”
‘LI HIN GIRTÎGEHAN ŞEWBA GURÎBÛNÊ HEYE’
Gergerlîgolû, behsa şert û mercên di girtîgehan de kir û wiha got: “Hejmar pir zêdeye. Ji ber qelebalixtiya di girtîgehan de, pirsgirêk pir zêdene. Di qawîşên 15 kesî de 40 kes dimînin. Dîsa ji bo girtiyên jin pirsgirêkên pir mezin hene. Di odeyên 8-10 kesî de 21 kes dimînin. Ev gelek pirsgirêkan bi xwe tîne. Ji ber qelebalixtiyê xwarina ku divê bidin du kesan, didin 6 kesan. Ev jî rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedikin. Ji ber vê hêza pergala canê mirovan kêm dibe. Di mehên dawî de, li hin girtîgehan, şewba gurîbûnê derketiye holê. Ger vîrûsa korona bikeve girtîgehan, wê her tiştî ber xwe bibe. Ji ber ku di sewqên tenduristiyê de pirsgirêkên cîdî hene. Heya mirov derdikevin revîrê jî, rastî gelek pirsgirêkan tên. Di heman demê de bijîşk kêmin.”
‘DI GIRTÎGEHAN DE TEST NAYÊ KIRIN’
Gergerlîoglû, da zanîn ku ji ber sewqên derengmayî, mirov jiyana xwe ji dest didin û wiha bilêv kir: “Li hin welatan ji ber vîrûsê girtî hatin berdan. Lê li Tirkiyeyê hîna jî tu gav ji bo vê nehatine avêtin. Şert û mercên testa vîrûsê kirin û girtî sewqkirinê yên li girtîgehan tuneye. Heya niha jî li girtîgehan test nehatiye kirin. Ji xwe di vîr warî de rewşek pir derengmayî heye.”
‘DIBE KU EFOYA GIŞTÎ BIKEVE ROJEVÊ ‘
Gergerlîoglû, da zanîn ku bergiriyên li girtîgehan pir kêmin û wiha bilêv kir: “Dibe ku her kêlî li girtîgehan vîrûs belav bibe. Di girtîgehan de dayikên bi zarok hene, jinên ducanî hene, pir û kalên girtî hene. Em baş dizanîn ku piraniya van girtiyên siyasîne. Divê efoya giştî û daxistina ceza bikevin rojevê. Pêşniyara me heye. Qet nebe divê ceza heya salekê bên taloqkirin. Ji ber ku dûre kes nikare hesabê vê yekê bide. Lazime ku pêvajoyeke berdanê ya girîng bê destpêkirin.”
BANG LI KOMÎSYONÊ KIR
Gergerlîoglû, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê testên heyî pir kêmin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê ji bo vîrûsê amûrên teşxîs û testan bên zêdekirin. Lazime ku Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê bi lezgînî biçe girtîgehan û têkildarî vîrûsa korona lêkolîn bike.”
MA / Dîren Yurtsever