AMED – Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz, bal kişand ser talûkeya vîrûsa corona û qedexeya ziyarta malbatan a bi girtiyan re û wiha got: "Divê bi lez gav bên avêtin û tedbîr bên girtin. Li girtîgehan hezar û 330 girtiyên nexweş hene û di bin rîskê de dijîn."
Vîrûsa corona ku li Çinê derket holê li hemû cîhanê belav bû. Piştî vîrûs li cîhanê belav bû, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) vîrûs wekî “pandemi” (şewba kurevî) pênase kir. Li cîhanê zêdeyî 7 hezar mirov bi vîrûsê mirin. Li Tirkiyeyê jî li gorî daneyên Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca 47 kes bi nexweşiya vîrûsê ketin. Piştî ev nexweşî li Tirkiyeyê belav bû, hevdîtin û ziyaretên bi girtiyan re qedexe kirin. Li dijî pêkanênên li ser girtî û girtîgehan nerazîbûn zêde dibin. Her çend wezîr got 'Me tedbîr girtine' jî ji ber 2 hefte ziyareta bi girtiyan re hat qedexekirin bertekên malbatan zêde ye.
Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Mehmet Temizyuz, xwest rayedar li dijî talûkeya vîrûsa corona bi lez tedbîran bigirin û wiha got: "Niha li girtîgehan 330 girtiyên nexweş hene. Eger ku girtiyên nexweşên giran û temenê wan mezin bi vîrûsê bigirin, jiyana wan dikeve bin rîskê. Divê girtiyên nexweşên giran bi lez serbest bên berdan. Dîsa divê girtiyan li dijî vîrûsê têxin girtîgeha malê. An jî wan tedawî bikin."
Temîzyuz, bal kişand ser talûkeya gardiyanên ku diçin derve û girtîgehê û wiha got: "Personelên girtîgehê diçin derve û tên girtîgehê. Rîska wan a vîrûsê ji derve bînin girtîgehê zêde ye. Divê li dijî vê yekê bi lez tedbîr bên girtin.
Li girtîgehan bi qasî tê xwestin tedbîr nayên girtin. Ger ku vîrûs bigêje girtîgehan di serî de girtiyên nexweş dê encamên pir xerab derkevin holê. Em bang li meclîsê dikin ku bi lez têkeve nava tevgerê."