AMED – Dayika Zulkuf Gezen ê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî Havva Gezen diyar kir ku li pey kurê wê têkoşînek serbilind maye. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî got serkeftina çalakiyê ya kesên jiyana xwe ji dest dane ye.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakî li tevahiya girtîgehên Tirkiyê belav bûbû. Girtiyê bi navê Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê Zulkuf Gezen li dijî tecrîdkirina Ocalan di 16’ê adara 2019’an de dawî li jiyana xwe anî. Li Balafirgeha Stenbolê polîsan cenazeyê Gezen desteser kir û bêagahiya malbatê cenaze anî li Goristana Yenîkoya Amedê veşart.
‘EZ HATIME MIZGÎN BIDIM TE’
Piştî greva birçîbûnê bi dawî bû dayika Gezen, Havva Gezen çû ser gora kurê xwe û wiha gotibû: “Daxwaza Heval Leyla û hevalên te pêk hat. Ez hatim mizgîniyê bidim te.”
Dayika Gezen, Havva Gezen û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi minasebeta salvegera yekemîn a Zulkuf Gezen ji ajansa me rea axivîn.
'TÊKOŞÎN LI HER DEVERÊ YE’
Gezen da zanîn ku sed sal jî bi ser mirina kurê wê de derbas bibe jî dê êşa wê wek a roja ewil taze bimîne û ew wek her dayikê dixwaze aştî pêk were û mirin werin rawestandin. Gezen destnîşan kir ku ji kurê wê Zulkuf mîrateya têkoşînek ser bilind maye û wiha got: “Ez çi bêjim, ji dilê min tê ku gelek tiştan bêjim lê nikarim hestên xwe bînim ziman. Xwezî kurê min saxbûya û bidîta ku têkoşîna wan encam daye û bi Birêz Ocalan re hevdîtin hatiye kirin. Em ê bibûna hevparên kêfxweşiya wî. Têkoşîna wî ya nîvco maye îro li her deverê berdewam dike.”
'EM BIBIN YEK WÊ TECRÎD RABE’
Gezen diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan hêj didome û got: “Em tecrîdê şermezar dikin. Heke em bibin yek em ê aştiyê bi destê xwe bînin ber deriyê xwe. Em ê tecrîdkirina gelê kurd û birêz Ocalan jî rakin. Bila ew kurdên xwe nas nakin, destê xwe deynin ser wîjdana xwe û zilmê bibînin. Bila girtiyên zîndanan bên berdan. Dema bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk tê em gelek şanaz dibin. Em dizanin ku ev hevdîtin bedela têkoşîna hatiye dayînê ye.”
'LI HEMÛ CÎHANÊ BELAV BÛ’
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî bal kişand ser armanca destpêkirina çalakiya xwe û got: “Ji birêz Ocalan agahî nedihat girtin û parêzerên wî 8 sal bûn nikaribûn biçin hevdîtinê. Dema min dest bi çalakiyê kir jî lê min dizanibû daxwaza bi milyonan e. Min xwest ez bi tenê çalakiyê bikim. Min digot ez bi tenê bim û bila êdî ciwan nemirin. Bi rastî jî min dixwest ez vî barî hildim ser milê xwe. Lê tişta min dixwest nebû. Di demek kin de çalakî li hemû girtîgeh û dinyayê belav bû û hat xwestin tecrîd were rakirin.”
'DAXWAZA ME HEMÛYAN BÛ’
Guven da zanîn ku di şexsê Zulkuf Gezn de qîrînek bilind bû û got: “Girtiyan hemû peyamek didan. Digotin ‘Ev ne karê henekan e, ev daxwaza me hemûyan e. Heke hûn di vê mijarê de gavan neavêjin em ê dinyayê li we teng bikin.’ Canên xwe danîn holê û peyam didan. Hem hevalê Zulkuf hem jî Ayten, Zehra, Mahsûm, Yonca û hevalên din hemû bi vê peyamê çalakiya xwe pêk anîn. Em ê bîranînên wan bikin ronahiya rêya xwe. Di heman demê de di şexsê van hevalan de hat dîtin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ji dinyayê re îspat kirin. Serkeftina vê çalakiyê veguherî hevdîtina parêzeran a piştî 8 salan û malbatê.”
'SERKEFTIN A ZULKUF Û AYTENAN BÛ’
Guven destnîşan kir ku para vê serkeftinê ya Zulkufan û Aytenan e û got: “Greva birçîbûnê di gelek hevalan de bû sedema nexweşînên mayînde. Wan jiyana xwe danî holê û xwestin gav werin avêtin û gav avêtin pêk hat. Em ê her bêjin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Di hevdîtina dawî ya li gel Ocalan de carek din derket holê ku navnîşana çareserî û aştiyê û muzakereyan ew bi xwe ye. Xwedî prespektîfek bi hêz e. Ev carek din xwe raxist ber çavan. Em di şexsê heval Zulkuf de hemû hevalan bibîr tînin.”