ŞIRNEX - Şaredariya HDP’ê ya Sîlopiyê, xebatên xwe yên dezenfektê dewam dike.
Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Sîlopî ya Şirnexê, bi rojane li navenda navçeyê xebatên dezenfekte ya li dijî vîrûsa korona (Kovîd-19) daye dest pê kirin. Li navçeyê park, qadên hevpar, wesayîtên nava bajarê û ATM’yên bankan tên dermankirin. Di çarçoveya bergiriyên hatin girtin de, destûr nayê dayîn ku otobusên ji derve de tên bikevin otogarê. Piştî ku otobus tên dezenfekte kirin nû dikevin hûndirê otogarê.
Ekîbên paqijiyê yên şaredariyê, avahiya şaredariyê, qesabxane, park û baxçeyan, salonên sporê, tesîsên sporan, kolej û dersxaneyên taybet dezenfekte dikin.