NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeyên malperên li Tirkiyeyê li Îranê 85 hezar girtî serbest berdan. Lê li gorî Tevna Mafên Mirovan a Kurdistan, tu girtî nehatine berdan.
Hin malperên nûçeyan ên li Tirkiyeyê diyar kirin ku Rejîma Îranê ji ber vûrûsa corona (Covid-19) 85 girtiyên li girtîgehên cuda serbest berdane. Li gori nûçeya Rojnameya Duvarê rejîma îranê 85 hezar girtiyên edlî û siyasî ji bir vîrûsa corona serbest berdan. Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê jî nûçeyek parve kir û diyar kir ku tu girtî nehatine berdan. Tevnê diyar kir ku malbatên girtiyên siyasî yên Kurd anîne ziman ku tu girtî nehatine berdan.
BULDAN: GIRTIYAN SERBEST BERDIN
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, jî têkildarî mijarê li ser hesabê medya civakî agahî parve kir û ji hikûmet û rayedaran xwest ku girtiyên li Tirkiyeyê serbest berdin.