ÇEWLÎK - Li navenda Çewlîkê şiliyek zêde bariya û rêyên nav bajar wergerand golê.
Li navenda Çewlîkê ji duh êvar ve şiliya bi tavan dibare û rêyên nav bajar wergerand golê. Ji ber rêyên ku wergeriyane golê, ajokaran zehmetî kişand. Hin ajokaran jî wesayîtên xwe li ser rêyên ku wergeriyane golê şûştin. Mij li çiyayên derdora bajar çêbûye û newalên ku ji mehên zivistanê ve naherikin piştî şiliyê bi avê têje bûn.
Li gorî agahiyên meteorolojiyê şilî dê heta sibê jî berdewam bike.