ŞEHBA – Efrîn 2 sal in din bin hîmayeya TSK’ê û grûpên girêdayî wê de ye. Bajarê Efrînê veguherandine navendek revandina mirovan, tecawiz, talan, desteserkirin, xeracê û fîdyeyan. Efrîniyên li Şehbayê bi cih bûne li benda roja azadkirina axa xwe ne.
Tirkiye ango Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û grûpên girêdayî wê du sal in Efrînê dagir kirine. Li Efrînê sepanên kuştin, tundî, xerac, fîdye û talanê pêk tên û ev rêbazên dij mirovahî derketine asta herî jor. TSK û grûpên girêdayî wê “Artêşa Azad a Sûriyê (OSO)” dia dara 2018’an de di encama hevpeymanek navnetewî de ketin Efrînê. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo parastina sivîlan ji navenda bajêr vekişiyan. Efrîn yek ji wan bajaran bû ku yek ji navendên ji şerê navxweyî yê Sûriyê dûr bû û hema bêje şer lê diqewimî. Di encama êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran însan neçar man koç bikin. Bajarê Efrînê ku navendek azadî, wekhevî û gel û bawerî bi hev re jiyanek ava kiribûn, niha êdî veguheriye baregeha sûcê krîmînal a hêzên paramîlîter. Li Efrînê qilafeta demografiye hatiye guhertin û xwecih ango xwediyên Efrînê li benda roja azadkirina Efrînê ne.
HERÊMA ŞEHBAYÊ
Efrîniyan anî ziman ku bajarê wan hatiye dagirkirin û şêniyên Efrînê niha li Şehbayê, Fafîn, Ehdas, Til Qerah, Ehras, Til Rifat, Der Cemal û navçeya Şêrawa ya Efrînê gundên wê têkoşîna jiyanê didin.
REWŞA KAMPAN
Efrînî di kampên bi derfetên xwe çêkirine dimînin. Li kampên bi navê Berxwedan, Serdem, Efrîn û Veger bi sedan malbat dimînin. Malbat herî zêde li kampên Berxwedan û Serdemê dimînin. Hejmara şêniyên Efrînê yên li van kampan dimînin nêzî 10 hezar kesî ye.
JIYANA LI HERÊMÊ
Li kampan xebatên wek tenduristî, perwerdehî, ewlehî û karên îdarî hatiye birêxistinkirin. Nemaze meclîs rolek girîng dileyîzin û bi taybetî Efrînî di van qadan de cih digirin. Ji qada nanvetewî tu alîkarî ji bo kampa nayê kirin û pêdivî bi şertên rêveberiya sivîl tên dabînkirin. Li kampan herî zêde tengezariya ava vexwarinê, mazot û dermanan heye. Efrînî ji bo vê yekê ketine nava seferberiyê.
ÊRIŞ DIDOMIN
Li gel vê yekê jî Tirkiye û grûpên wê tenê ne êrîşî Efrînê dikin di heman demê de êrişî derdora Şehbayê jî dikin û kantona Şehbayê dorpêç kirine. Êrişên giran li dijî vê herêmê pêk tên, bombebaran pêk tên û komkujî diqewimin. Nemaze herêmên Til Rifat û Şêrawa bi van êrişan re rû bi rû dimînin. Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) jî parastina vê herêmê dike.
BÎLANÇOYA GIRAN
Sepanên dij mirovahiyê yên wek îşkence, komkujî, revandina însanan, tecawiz, talan û qetilkirinê li dijî Efrîniyan didome. Di pevçûnên li Efrînê didomin de heta îro 201 kesî jiyana xwe ji dest daye û 55 kes jî bi îşkenceyê hatine qetilkirin. Bi tevahî 553 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 680 kes jî birîndar bûne. Ji yên birîndar 303 kes zarok in û 213 kes jî jin in. 61 jin bi tecawizê re rû bi rû ma. Ji van jinan 3 kesan întîhar kirin.
BI HÊVÎ LI BENDA AZADIYA EFRÎNÊ NE
Efrînî li gel hemû van sepanên neyînî jî li ber xwe didin û çalakiyên girseyî yên şermezarkirina dagirkirina Efrînê ji ber vîrûsa koronayê betal kirin. Efrînî bi hêviya ku rojekê vegerin ser axa xwe dijîn û bi çar çavan li benda kêliya azadkirinê ne.
MA / Nazim Daştan