LIH – Li navçeya Heskîfa nû bi boneya binesazî temam nebûye ji ber barîna baranê rê di bin lehiyê de man.
Li Êlihê barîna baranê bandorê xwe nîşan dide. Ji ber baranê lehî rabû û navenda Heskîfa nû ji ber binesazî temam nebûye di bin avê de ma û rê li çûnehatê hatin girtin. Lehiya baranê ku ji qûntara çiyayê Ramanê hat û ji xer xeta avê ya ber bi Çemê Dîcleyê de nebû, hemû bi ser navenda navçeyê de herikî. Li vî cihê nû li taxan peyarê jî nehatine çêkirin. Bi taybetî rêya di navbera avahiya şaredarî û nexweşxaneya dewletê di bin lehiyê de ma. Ajokaran di çûnehatê de zehmetî kişandin.