SEMSÛR - Li bajaroka Bulam a Çelîkanê ya Semsûrê 6 kesên di navde Hevserokên DBP'ê Mehmet Çaglan û Cevahir Buyukşahîn jî heye 6 kes hatin girtin.
Polîsan di 9-13'ê Adarê de li Bajaroka Bulam a Navçeya Çêlîkan a Semsûrê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" 9 kes binçav kirin. Polîsan Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Çaglan û Cevahir Buyukşahin ên navçeya Çelîkanê jî di navde 9 kes binçav kirin û birin midûriyeta polîsan. 9 kes piştî sewqî edliyê kirin 3 kes hatin berdan û 6 kes hatin girtin.
Hevserokên DBP'ê Mehmet Çaglan û Cevahir Buyukşahin û welatî Erdal Çalgan, Erdal Un, Veysel Demîrcî û Nureddin Çalgan bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" li dadgehê hatin girtin. Welatî Îsmail Topbaş, Hasan Buyukşahin û Adiguzel Demircî jî hatin berdan.