AMED – Rêxistinên kardêr ên Amedê, diyar kirin ku ji ber vîrûsa korona malên şînê girtin û ev hişyarî kirin: “Divê dawet neyin li dar xistin. Zarok û extiyar dernekevin derve.”
Nûnerên Borseya Bazirganî ya Amedê (DTB), Yekitiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran a Amedê (DESOB), Odeya Pîşesaz û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê (OSB), derbarê tedbîrên bên girtin de daxuyaniyek nivîskî weşandin. Rêxistinên kardêr, ji bo ku vîrûs belav nebe û mirin pêk neyin ev hişyarî kirin.
“*Malên şînê, ji 17’ê Adarê ve heya fermana duyenîn hatin girtin. Di çarçoveyê de, divê serdanên malên şînan neyin kirin û welatî bi telefonan peyamên xwe yên sersaxiyê ragihîn in.
*Divê dawet û piştevahiyên civakî yên mîna dawetan li malan an jî li derve neyin li dar xistin.
*Welatiyên 65 salî yên dikevin koma bi rîsk de, divê ji bilî rewşên lezgîn ji malên xwe dernekevin.
*Divê ji bilî rewşên lezgîn zarok ji malê dernekin.
* Ji ber ku vîrûs bi rêya hewayê û têkiliyên nêz belav dibe, divê mirov ji hev dûr rawestin.
*Divê mirov tim destên xwe bişûn û girîngiyê bidin paqijiyê.
*Lazime ku esnafên me yên Amedê, girîngiyê bidin paqijiya xebatkar û kargehên xwe.”