STENBOL – Rêxistinên tenduristî, hiqûqê û mafê mirovan daxuyaniya hevpar dan û xwestin ji ber vîrûsa koronayê girtî bi şertên kontrola edlî werin berdan.
Vîrûsa koronayê (Kovîd-19) bi tevahiya cîhanê re li Tirkiyê jî belav dibe. Yek ji van cihên metirsiyên vîrûsê lê peyda bibe jî girtîgeh in. Rêxistinên tenduristî, hiqûq û mafê mirovan bi boneya tevdîrên li girtîgehan daxuyanî dan û banga tevdîrên ji bo girtiyan li hikumetê kirin.
Rêveber û nûnerên Komeleya Civaka Sivîl a Pergalên Cezayê Înfazê (CÎSST), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Odeya Hekîmên Diranan, Odeya Bijîşkan a Stenbolê, Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Înîsiyatîfa Maf li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist.
Li ser navê saziyan metna hatibû amadekirin endamê Desteya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê Mûrat Ekmez xwend.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo tevdîrên derdorî û hîjyenbûna takekesî bên girtin û vîrûsa koronayê li girtîgehan belav nebe divê baş were bayexkirin û girtîgeh di bin berpirsiyar bingehîn a rêveberiyên girtîgeha û dewletê de ne.
Saziyan ji bo tevdîrên pêwîst ên şewba Kovîd-19 li girtîgehan werin girtin van pêşniyazan kirin:
“* Ji bo şewba vîrûsa koronayê were astengkirin, divê li hijyena takekesî girîngtirîn baldarî hebe. Lazime tenduristiya girtiyan were parastin. Ji bo girtî dikaribin paqijiya xwe bikin lazime demildest kelûpelên paqijiyê beleş bidin wan. Ji bo tevdîrên derdorî û hîjyenbûna takekesî bên girtin û vîrûsa koronayê li girtîgehan belav nebe divê baş were bayexkirin û girtîgeh di bin berpirsiyar bingehîn a rêveberiyên girtîgeha û dewletê de ne.
* Qadên hevpar ên mîna daşir û serşok her roj werin dezenfektekirin.
* Ji bo girtî bi awayê têrkirî, bi hevsengî û tenduristî werin xwedîkirin lazime vîtamîn qet kêm nebin.
* Pêwîste girtiyên nexweş, astengdar, extiyar, zarok û ducanî bi rêya şertên kontrola edlî werin berdan û cezayên wan bên taloqkirin. Lazime vê pêşniyazê hildin rojeva xwe. Berevajî vê yekê jî lazime girtî ne li cihê qelebalix û li cihên guncav ên kapasîteya wan heye û hîjyen werin ragirtin.
* Lazime dosyeyên girtiyên nexweş gavek beriya gavekê werin lêkolînkirin û demildest li derveyî girtîgehê werin dermankirin.
* Pêwîste pêşniyaz û hişyariyên Wezareta Tenduristiyê û Yekîtiya Bijîşkên li ber çavan were girtin. Lazime personelên girtîgehê werin agahdarkirin û li gorî rêgezan tevger bikin.
* Divê kesên diçin girtîgehan di warê pêşîlêgirtina şewbê de werin agahdarkirin û kes nêzî girtiyan nebin.
* Di serî de xebatkarên tenduristiyê û hemû xebatkarên temasê bi girtiyan re deynin divê cilên parastî li xwe bikin û kelûpelên baş werin xwestin. Ji bo xebatkarên girtîgehan jî divê tevdîrên pêwîst bigirin û werin agahdarkirin.
* Hebûna bi rêkûpêk û bes a personelên tenduristiyê ya li saziyê (Zêdekirina hejmarê)
* Ji bo ku testa girtî, xebatkarên girtîgehê û xizmên girtiyan bi awayekî lez û ewle bên kirin bergirî bên girtin,
* Li cihê ku hevdîtin tên kirin bêyî ku mafê girtiyan ê hevdîtinê bê binpêkirin, bergirî bi lez bên girtin û timik bên dezenfektekirin, derfetên ku girtî bi xizmên xwe re têkilî deynên bên zêdekirin,
* Li nexweşxaneyên nêzî girtîgehan û saziyên ku xizmeta tenduristiyê bidin girtiyan, ji bo ku jaribin bi awayekî guncav xizmetê bidin bergiriyên pêwîst li wan bên girtin,
* Li şûna ku girtiyan di wesayîtên rîngê de bibin nexweşxaneyan, bi wesayîtên paqij û ji tenduristiyê re guncav bibin,
* Berigiriyên ku bi hinceta tenduristiyê tên girtin divê ku bi rengekî ku mafên girtiyan bin pê nekin bên girtin,
* Têkildarî bergiriyên ku ji bo vîrusê tên girtin û dê bên girtin û encamên wan di serî de malbatên girtiyan û parêzer û raya giştî bê agahdarkirin,
* Em saziyên sivîl û odeyên pîşeyî yên tenduristiyê ku navê me li jêr nivîsandiye, gelek caran diyar kiriye ku derbasbûna kapasîteyê ya li girtîgehan, di mijara xwe gihandina maf û pêwîstiyan de bandoreke neyînî li girtiyan dike. Lê em careke din bi bîr dixin ku dê ev yek bandorê li berbelavbûna vîrusê ya li girtîgehan jî bike û dixwazin hişyar bikin ku rayedar bergiriyên pêwîst bigirin."
'BILA JI DESTÛR JI LÊKOLÎNA HEYETÊ RE BÊ DAYÎN'
Nûnerên saziyan piştî daxuyaniyê pirsên rojnamegeran bersivandin û daxwaz kirin ku destûr ji heyeta ku plan dikin di rojên pêş de ava bikin re bê dayîn da ku biçe girtîgehan lêkolînan bike. Nûnerên saziyan, li gel vê daxwaza xwe xwestin ku girtîgehên ku di ser kapasîteyê de girtî lê hene bi şertên kontrola edlî girtî bên berdan.