ANTALYA - Girtiyê nexweşîna giran Devrîm Ayik, bi şertê pêkanîna tedbîrên hepsa malê û qedexeya derketin derve hat berdan.
Parêzerê girtiyê nexweşîna pençeşêrê Devrîm Ayik ê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat darizandin û li Gîrtîgeha Tîpa L a Antalyayê dima Ramazan Gokalp ji ber şewba vîrûsa Korona (Kovîd-19) serî li 10’emîn dadgehê da. Dadgehê serlêdana berdana Ayik qebûl kir. Bi şertê pêkanîna tedbîrên hepsa malê û qedexeya derketina derve Ayik berda.
'DIVÊ HEMÛ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’
Ayik ji 11’ê Cotmehê ve li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê girtiye. Rewşa Ayik her roja derbas dibe xirabtir dibe. Ayik bibiryara dadgehê re, ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê hat berdann. Prz. Gokalp, diyar kir ku dadgehê biryareke di cih daye. Gokalp, da zanîn ku rewşa Ayik di talokê de bû û got: “Gelek girtiyên nexweş ên mîna Ayik hene. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan.”