* Piştî di Newroza 1992'yan li Şirnex û Cizîrê gelek kes hatibûn kuştin, piştî Newrozê bi rojekê li Nisêbînê jî 16 kes hatibûn kuştin. Taybet Ak a wê çaxê birîndar bibû, got: "Tim di bîra min de ye."
* Hevseroka TÛHAY-DER'a Wanê Kûdret Temel, diyar kir ku tevdîrên li girtîgehan ên ji bo vîrusa coronayê kêm in û got, gerek rojek berî rojekê pêşî girtiyên nexweş bên berdan.
* Li Mêrsînê hem zanîngehê hem jî dozgeriyê der barê 9 xwendekaran de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di dawiya lêpirsînê de heta mehekê cezayê dûrxistina ji dibistanê li wan hat birîn. Ji ber ku di dema çalakiya ji bo piştgiriya "Tevgera Kaniya Aştiyê" Sirûda Îstîklalê nexwendine û ranebûne ser piya lêpirsîn hatiye destpêkirin.
* Li Amedê, pirtûkfiroş jî nesîbê xwe ji vîrusa coronayê girtin. Welatî newêrin destê xwe bidin pirtûkan.
* Hevserokê Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Dr. Osman Saglam, anî ziman ku li dijî vîrusa coronayê divê nexweşxaneyên karantînayê yên herêmê bên çêkirin û got: "Li bajêr ji ber ku bijîşkekî teşxîsa vîrusê danî, destûr danê. Ji ber vê bijîşk newêrin teşxîsê deynin."
* Nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Volkan Yîgît, di sala 2004'an de gava li Edeneyê nûçeyên der barê hilbijaritn aherêmî de dişopand di qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû. Bavê wî Aydin Eryîgît, anî ziman ku kurê wî ji bo tiştên tên serê civakê û rastiyan ragihîne bûbû rojnamevan. Bav Eryîgît, anî ziman ku wê di 19'ê Adarê de kurê wî bê bibîranîn û ji bo vê bang li her kesî kir.
* Piştî bûyerên întiharê zêde bûn, Baroya Çewligê hewl dide lêkolînan bike. Aktivîsta Platforma Maf û Edaletê Nûrten Ertûgrûl jî diyar kir ku şidet û zext jinên ciwan ber bi întiharê ve dişîne û xwest tevdîr bên girtin.
* ÎHD, OHD, ÇHD û EGE-TUHAYDER ên şaxên Îzmîrê dê têkildarî êrişa li dijî girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Îzmîrê û metirsiya vîrûsa koronayê li avahiya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* ÎHD, OHD, ÇHD û TÎHV ên şaxên Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa Mustafa Koçak ê di rojiya mirinê de ye dê li avahiya ÎHD'ê civîna çapemeniyê birêve bibe. (12.00)
* Platforma Tenduristiyê ya Amedê dê têkildarî şewba vîrûsa koronayê li avahiya Odeya Bijîşkan a Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30)