AMED - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya Sosyolojiya Azadiyê de balê dikişîne ser nexweşiyên kapîtalîzm û îndustriyalîzmê û diyar dike ku ger tedbîr neyên girtin dê ev pergal mirovan bibe mahşerê û rastiya îro ku vîrûsa corona pêş ketiye nîşan dide.
Vîrûsa corona (Covîd-19) ku li Çînê derket holê îro li hemû welatên cîhanê belav bûye. Heta niha zêdeyî 7 hezar mirov ji ber vê vîrûsê jiyana xwe ji dest da. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ev vîrûs wekî "Pandemî" an jî Şewba Kurevî pênase kir. Lê heta niha pispor û rayedarên tenduristiyê têkildarî sedem û encama vê vîrûsê agahiyên berfireh nedane. Lê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hêj 7 sal berê di sala 2012-2013'an de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê pirtûka Sosyolojiya Azadiyê nivîsandibû û di vê pirtûkê de bal kişandibû ser nexwişên îro. Ocalan bi gotina "Mirov heta çîrokên dûrî aqilan ên sermaye û danehevên desthilatdariyê baş fêhm neke, di têgihiştin û serwextbûna li têgîna şaristaniya demokratîk de em ê zehmetiyê bikişînin." balê dikişîne ser pirsgirêk û nexweşiyên îro derdikevin holê.
Ocalan di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de bi sernavê "Şaxê Modernîteyê Îndustriyalîzm û Modernîteya Demokratîk" de li ser nexweşiyên îndîstriyalîzmê. Ocalan di vê beşê de li ser cudahiya îndustrî û îndustrîyalîzmê radiweste û wiha dibêje: "Şoreşa îndustriyê ya sedsala 19. piştî şoreşa cotkariyê duyemîn şoreşa mezin a civakî ye, û kes nikare vê jî înkar bike. Çawa ku di daneheva sermayeyê de jî hat dîtin, îdeaya îndustrî bêhemtayiyeke modernîteya me ye, îdeayeke nepixandî ye. Bi tevahî pêşketinên teknîkî bi awayekî gavavêtinên îndustriyê têne hesibandin û lewma jî ev gavavêtin pêşketinên dewamî ne. Di demên pêngavan de ya diqewime ji aliyê naverokê ve ji qonaxekê derbasbûna qonaxekê îfade dike. Îndustriyên pêşî yên kûzik û dizîkan, destar, destgehên tevnê, tekerik, alet, çakûç-sindan, bivir, kêr, şûr, aş, papîrûs, kaxiz, cûrbicûr aletên madenî û hwd. bi hezaran vedîtinên îndustriyê mirov dikare bijimêre. Lê nayê guftûgokirin ku şoreşa herî mezin a îndustriyê di serê sedsala 19. de bi pêşengiya Ingilîstanê pêngaveke mezin avêtiye. Ji îndustriyê derbasbûna îndustriyalîzmê rewşeke cudatir e. Îndustriyalîzm îdeolojîkbûna îndustriyê îfade dike. Îndustrîvanî li dijî gund û cotkariyê bi pêş ket, herweha bû dijberê zenaetkariya ji rêûresmê ya bajêr û di pêşketina wê ya ber bi roja me ya îro de pêşî felaketên ekolojîk, di koka tevahiya nexweşiyên modernîteyê de heye. Bêguman îndustrîvanî îdeolojiya yekdestdariyên sermayeyê ye."
PIŞTÎ ÎNDUSTRÎYALÎZM KET PÊŞIYA HER TIŞTÎ TALANIYÊ DEST PÊ KIR
Ocalan di berdewamê de balê dikişîne ser hêrsa karê û îndustrîyalîzmê û wiha tîne ziman: "Kengî hilberîna mekanîk gihişt çavkaniyên nû yên enerjiyê li pêşiya hilberînê bend û sukir teqiyan û rêjeyên karê derketin asta herî jor û bilind. Diyardeya dewleta netewe û reqabeta dijwar a di navbera wan de jî bi vê rêjeya nû ya karê re têkildar e. Îndustriyalîzm ket pêşiya her tiştî û bû baweriya herî pîroz a dewleta netewe. Ev pêşbazî bêyî ku ji leza xwe bikeve heta roja îro dewam dike. Ji niha ve her kes hemfikir e ku encamên wê gihiştine asta herî xeternak û bi tehlûke. Ne bi tenê di çarçoveyeke teng de talana ekolojiyê, bi awayekî hê bi koktir û berfireh qirkirinên çandî û fizîkî, şerên mirov nikare bi ti dema dîrokê re bide berhev di asta xwecihî, herêmî û gerdûnî de pêk tên, her diçe bi rêbazên têne pirrkirin ên îdeolojîk-metafizîk û desthilatdariyê civak ji nasnameya exlaqî û polîtîk tê qutkirin, ango qirkirina civakan ji nêz ve bi dîn an jî meyla îndustriyalîzmê ve têkildar e. Ji lewra zanist û teknîka îndustriyalîzm bi kar tîne bi awayekî bi ti dema dîrokê re mirov nikaribe bide ber hev, naverokeke îdeolojîk bi dest xistiye."
TEDBÎR NEYÊN STENDIN EM RASTE RAST DIÇIN MAHŞERÊ
Ocalan di pirtûkê de li ser talûkeya li pêş mirovahiyê jî radiweste û wiha lê zêde dike: "Îndustriyalîzm weke bêhemtatiya modernîteyê, tehlûkeya herî mezin hem a nava civakê û hem jî ya li pêşiya civakê ye. Desthilatdariyan cotkarî û gund xira kirin, bajar mîna kansêrê mezin û belav kirin, bi temamî civak kirin kontrol û çavdêriya xwe, ti çavî nema neçizirîn navê. Di mezinbûna mîna dêwan a desthilatdariyan de îndustriyalîzm hêmana bingehîn e. Dewleta netewe weke forma bingehîn a hegemoniya îdeolojîk û desthilatdariya îndustriyalîzmê, di van pêvajoyan hemûyan de bi rola sereke rabû. Mirovatî weke xwezaya civakî ji zû ve ketiye bin tehlûkeya rastî ya mehşerî ya îndustriyalîzma
bêhemta ya modernîteyê ye. Felaketên serê wan dayî der, îşaret bi tehlûkeyê dikin. Ji xwesteka dewamî ya mezinbûn û komkirinê ya sermayeyê re ‘qanûna karê’ tê gotin û ev jî tê maneya dijbertiya civakê. Darî çav e ku ka îndustriyalîzm di vê ‘qanûna karê’ de çiqasî rol digire. Ferzkirina qanûna dewamî ya danehevê li ser xwezaya civakê, qirkirin û kokqelandina civakê bi xwe ye. Qirkirinên maddî û manewî gavên pêşî yên vê pêvajoyê ne. Her zanyarê hinekî aqilê wî li serê wî û hinekî xwedî wijdan dikare bibîne ku tedbîr neyên stendin rasterast em diçin mehşerê. Îndustriyalîzm weke duyemîn tektiya bêhemta ya modernîteyê, bi kapîtalîzma ‘cêwiyê wê siyam’ e, bi tenê qîma xwe nayîne mohra xwe li modernîteyê bixe; bi rêya modernîteyê bi tenê rê li pêxîrtengiyan venake, di kansêrbûna tevahî çavî û hêmanên heyatî yên civakê de bi rola sereke radibe."
CIVAK AN WÊ ÇARGAVAN MEZA MAHŞERÊ BIDOMÎNE AN JÎ DÊ XWE LI MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK BIGIRE
Ocalan li dijî talûkeyê rêyên çareseriyê jî nîşan dide û wiha tîne ziman: "Tam di vê nuqte û çarçoveyê de di hebûna civakî de statuya modernîteya demokratîk bi hemû pêdivî û eşkerebûna xwe derdikeve holê. Civak yan wê bi çargavan beza xwe ya mehşerê dewam bike, yan jî wê xwe li modernîteya demokratîk bigire, wê mezin bike û pêngava ji nû ve avakirinê ji vê bezê re bibêje, raweste. Mirov li naverastê bi erdê re kaş bibe, her roja diçe berdêlên wê gelekî giran û mezin dibin. Ev tespît nabêjin îndustrî bi temamî xirab e; balê dikişînin ser felaketa îndustriyalîzma li pey karê diçe. Îndustrî jî mîna di têkiliya aqilê analîtîk de wexta li ser rêya civaka exlaqî û polîtîk rast were bikaranîn dikare mirov bibe jiyaneke mîna cennetê. Pêngaveke îndustriyê ya bi ekolojî û cotkariyê re dest daye hev bi tenê wê pirsgirêkên bingehîn ên ekonomîk çareser neke, wê karibe aliyên neyênî yên pirsgirêkan hemûyan
jî erênî bike. Bi tenê xurdekariya otomobîlan a ketiye rewşeke sînor derbaskirî were rawestandin, ji petrolê heta bi çûnûhatinê, ji qirêjbûna hawîrdorê heta bi biyolojiya mirov wê di gelek qadan de encamên di asta şoreşê de derkevin holê. Heta îndustrîkariya deryayê bi vê lezê dewam bike, wê xêr di çûnûhatina derya û reşahiyê de nemîne, eger mirov vê jî li ber çavan bigire, bi awayekî vebirrî bi sînorkirina hejmara wesayîtan wê baştir were fêhmkirin û were zanîn çiqasî bi awayekî heyatî girîng e.
JI BO RAWESTÎNA QANÛNA KARÊ ÇALAKIYEK MEZIN A CIVAKÎ DIVÊ'
Ocalan herî dawî di vê beşê de balê dikişîne mezinbûna çalakiya civakî ya li dijî vê pergalê û wiha tîne ziman: "Bêguman di serî de bi sînorkirina îndustriyalîzma nukleerî, di gelek şaxên îndustriyê de bi sînorkirina îndustriyalîzmê wê rê li ber gelek guhertinên bi kok vebe, lê cihê wê ye ku mirov di van rêzikan de li ser encamên guhertineke bi vî rengî hûrûkûr bisekine. Li vir bi tenê em dixwazin balê bikişînin ser encamên bisînorkirina îndustriyalîzmê û were fêhmkirin ku encamên bi vî rengî wê di asta şoreşê de bin. Bi vî awayî serwextbûna li mijarê jî gelekî girîng e. Bêguman ji bo rawestandina qanûna karê çalakiyeke mezin a civakî divê. Bi awayekî bingehîn a modernîteya demokratîk diajo û dimeşîne kar nîne, lewma ji bo alternatîfbûna şaristaniyê ya herî di cih de ye, û heyatî ye. Fikara sereke ya sîstema civaka exlaqî û polîtîk a xwe nasipêre sîstema çîn-sermaye-karê ew e, nasnameya xwe azad biparêze, ji bo vê jî amûrên siyaseta demokratîk di jiyanê de pêk bîne. Lîberalîzm xwesteka bê sînor a kar û qezencê datîne pêşiya ferd û ji bo vê jî weke yekane şêwazê jiyanê misêwa mizgîniya modernîteya kapîtalîst û îndustriyalîzmê dide. Bi awayekî mîna dînên serdema destpêkê timî hewce dibîne sîstemê pîroz bike. Îndustriyalîzma çandî şêwazê nû yê vê pîrozkirinê ye ku sînor nas nake.Têkoşîna çînî ya ekonomîk, her cure şerên desthilatdariyê, tevgerên femînîst û ekolojîk bi serê xwe, bi tenê dikarin bi modernîteya alternatîf modernîteyeke evçend weke dêwan mezinbûyî rawestînin. Çarsed salên hegemoniya kapîtalîst vê rastiyê têra xwe rave dikin."