MÊRDÎN - Piştî di Newroza 1992'yan li Şirnex û Cizîrê gelek kes hatibûn kuştin, piştî Newrozê bi rojekê li Nisêbînê jî 16 kes hatibûn kuştin. Taybet Ak a wê çaxê birîndar bibû, got: "Tim di bîra min de ye."
Di Newroza 1992'yan de li Şirnex, Cizîr û Nisêbîna Mêrdînê bi deh hezaran kes daketibûn qadan û Newroz pîroz kiribûn. Di dema pîrozbahiyê de esker û polîsan gel gulebaran kiribû û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bibûn. Gava xebera komkujiyên di Newroza Cizîr û Şirnexê de hat bihîstin, di 22'yê Adarê de bi hezaran kes daketibûn kuçeyan û komkujiyan şermezar kiribûn û di dema şermezarkirinê de polîs û eskeran gule bi ser gel de reşandibûn. Li gorî hejmarên fermî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dabûn 16 bûn, lê belê li gorî Nisêbîniyan 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû û 106 kes jî birîndar bibûn.
Taybet Ak a 50 salî ku di Newroza Nisêbînê ya 1992'yan de birîndar bibû û du xizmên wê jî jiyana xwe ji dest dabûn, ji ber gule li nigê wê yê çepê ketibû 28 sal in dikule, lê belê dîsa jî ji tu Newrozê nemaye.
Ak, behsa Newroza 1992'yan kir.
Ak, diyar kir ku roja Newrozê tu bûyer neqewimîbûn, lê belê roja dinê, di 22'yê Adarê de, gel dîsa daketiyê kuçeyan. Ak, anî ziman ku ew jî tevî girseyê daketiye kuçeyê û got: "Gava em gihîştin serê pirê panzêrê riya me birî. Em giş sekinîn. Paşê panzêrê pêl xazê kir û da ser gel. Gav bi se rgel de hat, hin ji me xwe avêtin bin pirê, hinan jî xwe avêt nav avê. Ên ketin avê hin jê mirin, bi avê re çûn, hin jê birîndar bûn. Min jî xwe avêtibû bin pirê."
Ak, diyar kir ku gava di bin pirê de pişta xwe daye dîwar gule li nigê wê ketiye û got: "Nigê min tevizîbû. Min nikaribû bileqîne. Rehmetiya diya min jî derbasî wî aliyê avê bû. Min bi destê xwe îşaret daye. Nikaribû were. Paşê ji ser hişê xwe ve çûm. Paşê bi ser hişê xwe de hatim. Gotin şehîd ketiye."
BI OTOBÊSAN EW RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ
Ak, anî ziman ku piştî bûyer bi dawî bûbûn birîndar rakiribûn nexweşxaneya Mêrdînê û got: "Wê çaxê otobêsên sor ên şaredariyê hebûn. Me bi wan birin. Nedihiştin kes derkeve, ne jî dihiştin kes têkevê."
Ak, diyar kir ku paşê wê sewqî Amedê kirine û got: "25 rojan li Amedê tedawî bûm. Gotin, em ê te emeliyat bikin. Paşê min şandin Edeneyê. Li wir jî emeliyat bûm, paşê me şandin Tarsûsê. Nêzî 2 salan tedawî bûm. Niha nigekî min bêcan e. Niakrim baş pêlê bikim."
‘EW ROJ JI BÎRA MIN NAÇE'
Ak, destnîşan kir ku ew roj qet ji bîra min naçe û got: "Ji bîra min naçe. Lê serbilind im. Wê rojê em bi moralekî mezin dakevin kuçeyan. Gotinên Suleyman Demîrel ku gotibû 'Mala Nisêbînê ava' pir li zora nisêbîniyan çûbû. Bû serê sibehê em daketin kuçeyan. Her tişt pir baş bû. em xwedî li mirovên xwe xwedî derketin. Heger bûyer neqewimiyan, baş bû. Lê ji bîra min naçe. Serê min bilind e. Ew roj zext û zor hebûn, lê dîsa jî baş bûn. Tirs hebû, mirov dadiketin kuçeyan. her ku ew roj tê bîra min hestiyar dibim. Hevalên min tên bîra min. Hema tu bê rojek be jî ji bîra min naçe."
MA / Ahmet Kanbal