WAN - Hevseroka TÛHAY-DER'a Wanê Kûdret Temel, diyar kir ku tevdîrên li girtîgehan ên ji bo vîrusa coronayê kêm in û got, gerek rojek berî rojekê pêşî girtiyên nexweş bên berdan.
Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAY-DER) a Wanê Kûdret Temel, iyar kir ku tevdîrên li girtîgehan ên ji bo vîrusa coronayê kêm in û bang kir ku di serî de girtiyên nexweş hemû girtî bên berdan.
Temel, bibîr xist ku li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş û zarok hene û got, li girtîgehan ji bo vîrusê tevdîr nayên girtin. Temel, anî ziman ku malbat bifikar in û got: "Li gorî malbat ji me re dibêjin; li girtîgehan amûrên paqijiyê tam nadin. Duh du malbat hatin û giriyan. Fikarên malbatan hene. Piştî wezaretê got, wê hevdîtin çênebin, fikarên malbatan zêdetir bûn. ev ne çareserî ye, em dixwazin tevdîr bên girtin."
BIRA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN
Temel, anî ziman ku di serî de girtiyên nexweş û bi giştî jî hemû girtî divê bên berdan û got: "Pirspor jî dibêjin vîrusa coronayê piranî bandorê li kesên nexweşînên wan ên kronîk hene dike. Girtiyên nexweş jî piranî extiyar in û nexweşînên wan ên kronîk hene. Nikarin bi tena serê xwe jiyana xw eîdame bikin. Divê bên berdan da ku malbatên wan ji bo wan tevdîran bigirin. Çi hewce be divê rayedar rojek berî rojekê bikin."
'ZAROK NIKARIN XWE BIPARÊZIN'
Temel, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi sedan zarok tevî malbatên xwe yên hikumxwar girtîne û got: "Jin û zarokên wan jî bandorê ji van şertan digirin. Divê jin û zarokên wan bên berdan. Bi taybetî jî divê zarokên di biniya 18 salan de wan bişînin cem malbatên wan. divê em ji bîr nekin girtiyên di nav çar dîwaran de nikarin li hemberî vîrusê xwe biparêzin."