MÊRSÎN - Li Mêrsînê hem zanîngehê hem jî dozgeriyê der barê 9 xwendekaran de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di dawiya lêpirsînê de heta mehekê cezayê dûrxistina ji dibistanê li wan hat birîn. Ji ber ku di dema çalakiya ji bo piştgiriya "Tevgera Kaniya Aştiyê" Sirûda Îstîklalê nexwendine û ranebûne ser piya lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di 17'ê Cotmeha 2019'an de li Kampusa Çîtlîkkoy ya Zanîngeha Mêrsînê Koma Xwendekaran û rêveberiya zanîngehê ji bo "Tevgera Kaniya Aştiyê" çalakiyek li dar xistibû. Der barê 9 xwendekarên ku di dema çalakiyê de Sirûda Îstîklalê nexwendibûn û ranebûbûn ser piya, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Hem zanîngehê hem jî Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê der barê xwendekaran de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di dawiya lêpirsînê de bi îdiaya "kêmxistina elametên serweriyê yên dewletê" her kê mehek cezayê dûrxistina ji dibistanê li xwendekaran hat birîn.
Ji xwendekarên der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin Elmas Kara, destnîşan kir ku bi lêpirsîn û dûrxistina ji zanîngehan "têkêşîna zanîngeha demokratîk" hedef tê girtin. Kara, diyar kir ku hem îdareya dibistanê hem jî emniyetê xwestine wan krîmînalîze bikin û got, di serdemekê de der barê wê de 3 lêpirsîn hatine destpêkirin. Kara, anî ziman ku ji ber van lêpirsînan ji dibistanê hatiye dûrxistin û got: "Lê wê ev zext û zorî nikaribin ne me ji perwerdehiya me ne jî ji têkoşîna me bikin."
Xwendekar Serdar Ogûz jî destnîşan kir ku ew ê nehêlin zanîngeh bibin amûrên zext û zoriyan ên îqtîdarê û got, ew ê ji bo perwerdehiyeke zanstiyî û demokratîk bitêkoşin.
MA / Ergîn Çaglar