MÊRDÎN - Hevserokê Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Dr. Osman Saglam, anî ziman ku li dijî vîrusa coronayê divê nexweşxaneyên karantînayê yên herêmê bên çêkirin û got: "Li bajêr ji ber ku bijîşkekî teşxîsa vîrusê danî, destûr danê. Ji ber vê bijîşk newêrin teşxîsê deynin."
Ji ber vîrusa coronayê (Covîd-19) li seranserê cîhanê nêzî 8 hezar mirov jiyana xwe ji dest dane. Her wiha li Tirkiyeyê jî heta niha kesekî jiyana xwe ji dest daye û di 98 kesî de jî teşxîsa vîrusê hatiye danîn. Hevserokê Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Bijîşk Osman Saglam, destnîşan kir ku divê li her herêmê nexweşxaneyên karantînayê hebin û ji ber tevdîr baş nayên girtin hikûmetê rexne kir.
Saglam, destnîşan kir ku koçberiya di navbera welatan de dibe sedema belavbûna vîrusê û got: "Bi taybetî jî ji ber karê veguhastinê yê bi Iraq, Îran, Komarên Turkî, Rûsya û welatên din ên Qafqasyayê herêma me bi rîskeke mezin re rû bi rû ye. Her wiha niha mirov ji umrê vedigerin, ev jî ciyê rîskeke mezin e. Li Tirkiyeyê ev nexweşîn berbelav dibe, di vir de kêmasiyên Wezareta Tenduirstiyê û wezaretên din pir e."
'TEVDÎREK WIHA NABE'
Her wiha Saglam bal kişand ser nexweşxaneyên sahrayî yên li ser sînoran hatine çêkirin û got, kesên di deriyên sînor ên Wan û Şirnexê re diçûn û tên tenê germa laşê wan tê pîvandin û li ên hinan jî tenê li qirika wan mêze dikin. Saglam, got: "Wekî kesên ji umreyê vedigerin, tenê li germa laş mêze dikin. Ev tiştekî hêsan e û li diyardeya tenduristiya gel nayê. Tevdîreke wiha nabe. Çimkî her nexweşîn qewlê wê yî qupbûnê heye. Niha ev jî 14 roj in. Piştî nexweş v vîrusê digire nexweş dikeve û laşê wî disincire."
‘BIJÎŞK NEWÊRIN TEŞXÎSÊ DEYNIN'
Saglam, destnîşan kir ku tenduristkar newêrin rasterast bêjin li nexweş vîrusa coroyanê peyda bûye û got, li bajêr ji ber ku bijîşkekî teşxîsa coronayê daniye destûr dane wî. Saglam, anî ziman ku ji ber vê bijîşk û peywirdar newêrin eşkere bikin û got: "20 salên dawî, li Tirkiyeyê sektora tenduristiyê hema bêje fiyasko ye. Niha sektora tendurisiyê rûxiyaye. Li Tirkiyeyê tenê li sê bajaran test tên kirin. Yanî polîtîkayeke nehsibandinê û redkirinê heye. Gelek nexweş hene ku bijîşk newêrin teşxîsê deynin. A rast li nexweşxaneyên taybet û yên din zext û zorî li ser bijîşkan hene."
‘DIVÊ NEXWEŞXANEYÊN KARANTÎNAYÊ YÊN HERÊMAN BÊN RAGIHANDIN'
Saglam, anî ziman ku gava vîrisa coronayê li nexweşxaneyekê bê dîtin ew nexweşxane hemû tê karantînakirin û got: "Gava ew nexweşxane bê karantînakirin mirov nikare li wir behsa tenduristiyê bike. Wê enxweş nikaribin bi awayekî rihet bên. Loma divêê li he rbajarî nexweşxaneyên karantînayê bên îlankirin. Lê niha Wezareta Tenduristiyê û Midûriyetên Tenduristiyê bê yekê qedexe dikin."