EDENE – Nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Volkan Yîgît, di sala 2004'an de gava li Edeneyê nûçeyên der barê hilbijaritn aherêmî de dişopand di qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû. Bavê wî Aydin Eryîgît, anî ziman ku kurê wî ji bo tiştên tên serê civakê û rastiyan ragihîne bûbû rojnamevan. Bav Eryîgît, anî ziman ku wê di 19'ê Adarê de kurê wî bê bibîranîn û ji bo vê bang li her kesî kir.
Nûçegihanê Ajnasa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK'ê hat girin Volkan Yîgît, di sala 2004'an de gava li Edeneyê nûçeyên der barê hilbijartin herêmî de dişopand, tevî nûçegihanê rojnameya Evrenselê Hasan Îşler di qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû.
'JI BO RASTIYAN BINIVÎSE BÛ ROJNAMEVAN'
Eryîgît, wê di 19'ê Adarê de saet di 14.00'an de li Goristana Kuçukobayê li ser gora xw ebê bibîranîn.
Bavê wî Aydin Eryîgît, anî ziman ku 16 sal in hevalên kurê wî yên rojnamevan ew bi tenê nehiştine û êşa wan sivik kirine. Eryîgît, bilêv kir ku kurê wî di salên 2000'î de li Edeneyê di nav xebatên ciwanan de bûye û paşê ji bo tiştên tên serê civakê û rastiyan ragihîne xwestiye bibe rojnamevan.
'ROJNAMEVANÊ ME HAT'
Eryîgît, diyar kir ku kurê wî ji bo aştî, azadî û demokrasiyê têdikoşiya. Bav Eryîgît, anî ziman ku ew û kurê xwe wekî du hevalên hev bûn û got, ew roja wan bû û 16 sal in roja wan çûye ava. Eryîgît, got: "Her kesî ji Volkan hez dikir. Zarokan pir jê hez dikir. Gava di kuçeyê de çav pê diketin zarokan dida dû wîd igotin 'va rojnamevanê me hat'. Rojnamevanê her kesî bû. Li ber dilê min kurek, hevalek, birayek bû. ez û wî wekî du hevalên hev bûn. Ez ê wî qet ji bîr nekim."
'LI VÎ WELATÎ DEMOKRASÎ Û HIQÛQ TUNEYE'
Her wiha bav Eryîgît bal kişand ser zext û zoriyên li ser çapemeniya azad jî û got, ji ber ku çapemeniya azad rastiyan û heqîqetê dinivîsîne bi êrîşan re rû bi rû dimîne. Eryîgît, destnîşan kir ku lê belê çapemniya azad ji rastiyan atwîz nade û got: "Bira çapemeniya azad dev ji nivîsandina rastiyan bernede. Bi tirs behsa şehadeta kurê xwe dikim. Li vî welatî hiqû û demokrasî tuneye. Mirov newêrin rastiyan bilêv bikin."
Bav Eryîgît, ji bo bîranîna kurê wî ku dê di 19'ê Adarê de li Goristana Kuçukobayê pêk bê, bang li her kesî kir.
MA / Hamdûllah Kesen