ÇEWLIG - Piştî bûyerên întiharê zêde bûn, Baroya Çewligê hewl dide lêkolînan bike. Aktivîsta Platforma Maf û Edaletê Nûrten Ertûgrûl jî diyar kir ku şidet û zext jinên ciwan ber bi întiharê ve dişîne û xwest tevdîr bên girtin.
Di demên dawî de Çewlig bi bûyerên întiharê di rojevê de ye. Lê belê heta niha der barê bûyerên întiharên yên li bajêr lêkolînek nehatiye kirin. Di sala 2018'an de 41, di sala 2019'an de 50 û di 3 mehên ewil ên sala 2020'an de jî 12 kesan întihar kir an jî hewl dan întihar bikin. Baroya Çewligê ji bo bûyerên întiharê lêkolîn bike parêzer peywirdar kirin. Serokê Baroya Çewligê Hanîfî Bûdancamanak ji bo mekanîzmayeke hevpar bê avakirin û bûyerên întiharê lêkolîn bike, bang li rêxistinên civaka sivîl û saziyên fermî kir û got, ew ê vê bangawaziya xwe bi daxwaznameyan ji saziyan re bişînin.
Bûdancamanak, diyar kir ku di bûyerên întiharê de gava hêzên dewletê parêzeran dixwazin ew parêzeran dişînin û got: "Di qeydên baroyê de heta niha me 41 parêzer ji bo van bûyeran şandine. Ji ber ku hêzên dewletê ev bûyer wekî întiharê qeyd kirine, me jî parêzer şandine. Di sala 2019'an de ev hejmar bûye 50. Di sê mehên ewil ên sala 2020'an de jî 12 bûyer qewimîne. Lê belê ji bo em ji van bûyeran hemûyan re karibin bêjin bûyerên întiharê ne divê em dosyeyan lêkolîn bikin. Helbet ev ji bo me cihê xemgiyê ye. Em dizanin ji di van bûyeran de çend kes mirine."
LÊKOLÎN NEHATINE KIRIN
Bûdancamanak, destnîşan kir ku heta niha ji bo van bûyerên întiharê lêkolîneke qadî nehatiye kirin û got: "Di dest me de lêkolîneke qadî tuneye. Em vê lêkolînê encax dikarin tevî saziyên din bi awayekî koordîneyî bikin. Pêdivî bi lêkolîneke zanistiyî heye. Em Baroya Çewligê, ji bo lêkolîneke koordîneyî bang li Zanîngeha Çewligê, Midûriyeta Malbat û Polîtîkayan, rêxistinên civaka sivîl dikin. Em ê di nêz de bi daxwaznameyan vê bangwaziya xwe ragihînin saziyên fermî. Ji bo vê çi dikeve ser milê kê divê bike."
'ZEMÎNA SOSYOLOJÎK A CIVAKÊ'
Aktivîsta Platforma Maf û Edaletê Nûrten Ertûgrûl jî anî ziman ku piraniya bûyerên întiharê yên li Çewligê ji ber sedemên ruhî ne û got: "Gava mirov întiharên herêmê binirxîne, divê mirov li hêla etnîk, dînî, dîrok û siyasî ya herêmê jî mêze bike. Heger mirov zemîna soslojîk a civakê esas negire, ê mirov niakribe meseleyê baş fêm bike. Piranî şidet, zext, zewicandina bi darê zorê, betalî û xizanî jinên ciwan ber bi întiharê ve dişînin."
Her wiha Ertûgrûl, diyar kir ku li Çewligê hêla civakê ya mêrî zêdetir e û di întiharan de rola vê yekê zêde ye û got: "Mesela nahêlin jin êvarî pir derkevin derve. Zilam bi rihetî li kuçe û kolanan cixareyê dikişînin, lê jin ji mecbûrî ciaxreya di dest xwe d evedişêre. Gelek tiştên ji bo zilam mubah in, ji bo jinê ne mubah in. Yanî civakeke mêrî û xwedî vê ferasetê heye. Di bûyerên întiharê de tesîra vê yekê jî heye."
Ertûgrûl, destnîşan kir ku divê bûyerên întiharê bi dorfirehî û bên analîzkirin û navendên travmayê bên çêkirin û got, di warê tevdîrgirtinê de jî bar dikeve ser milê şaredrî û rêveberiya navendî. Her wiha Ertûgrûl, diyar kir ku divê pirsgirêka betaliyê bê helkirin û qadên îstihdamê bên avakirin, navendên çand, huner, sporê bên avakirin, berî û piştî zewacê xizmeta şêwirmendiyê hebe û semîner bên liadrxistin ûg ot: "Divê pêwendî bi malbatan re bê danîn, sedemên întiharkirina zarokan bê hînbûn û rasterast ji bo van pirsgirêkan tevdîr bên girtin. Destkeftiyên bi Peymana Stenbolê hatine bidestxstin divê dîsa têkevin destê civakê."
MA / Mahmût Rûvanas