STENBOL - Vîrusa coronayê, ji bo girtîgehan jî bûye rîskeke mezin e. Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Parêzer Îbrahîm Bîlmez, anî ziman ku Girtîgeha Îmraliyê jî di nav vê rîskê de ye û got: "Em dixwazin biçin Îmraliyê û di şert û mercên guncan de hevdîtinê bi muwekîlê xwe re çêbikin."
Vîrusa coronayê (Covîd-19), li seranserê cîhanê dibe sedema bi hezaran mirovî. Her wiha her diçe li Tirkiyeyê jî hejmara kesên vîrusa coronayê li wan peyda dibe zêde dibe. Herî dawî Wezareta Tenduristiyê ragihand ku heta niha li Tirkiyeyê kesek ji ber coronayê miriye û di 98 kesan de jî vîrus hatiye tespîtkirin. Li gel vê girtî jî bi rîskeke wiha re rû bi rû ne. Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, anî ziman ku Girtîgeha Îmraliyê jî bi vê rîska mezin re rû bi rû ye û xwest biçin Îmraliyê û di şert û mercên guncan de hevdîtinê bi muwekîlên xwe re çêbikin.
‘MIMKUN E KU VÎRUS LI GIRAVÊ JÎ PEYDA BIBE'
Bîlmez, anî ziman ku şert û mercên girtiyan nebaş e û got, bi taybetî jî di dema nexweşînên vegir de girtî nikarin xwe biparêzin. Bîlmez, destnîşan kir ku çimkî mafê tenduristiyê yê girtiyan pir kêm e û got: "Yanî di nav komên rîskê de yên sereke girtî ne. Girtîgeha Îmraliyê jî yek ji van girtîgehan e. Belê tecrîd li wir heye û dibe ku hin kes bifikirin, zehmet e ku vîrus li wir jî peyda bibe, lê ne wisa ye. Çimkî perosnelên li Girava Îmraliyê tim diguherin. Yanî mimkun e ku ev vîrus li giravê jî peyde bibe."
‘DIVÊ GIRTÎGEH BÊN VALAKIRIN'
Parêzer Bîlmez, destnîşan kir ku loma ew dixwazin Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê rojek berî rojekê li şert û mercên paqijiyê peyda bikin û got: "Helbet ev hêla lezgîn a vî tiştî ye. Tişta girîng jî, mafê tenduristiyê yê girtiyan li gor ên din sînorkiriye, demildest divê girtî bên berdan. Mînakav ê yekê, Îran e. Girtiyên siyasî jî di nav de bi 10 hezaran girtî hatin berdan. Li Tirkiyeyê jî pêdivî bi tiştekî wiha heye. Hikûmet divê dev ji pêşdaraziyên xwe berde û tenduristiya girtiyan esas bigire û wan berde. Yek ji van girtîgehên divê bê valakirin jî Girtîgeha Îmraliyê ye."
‘DIKARIN QANÛNA ÎNFAZÊ DORFIREH BIKIN'
Bîlmez, anî ziman ku demeke dirêj e tu agahiyê ji Îmraliyê nagirin û got: "Mesela gelo niha li wir vîrus peyda bûye nebûye, em nizanin. Loma em nikarin ji kesî re tiştekî bêjin. Ji bo em karibin van pirsan bibersivînin, a baş divê girtiyên siyasî jî di nav de girtî hemû bên berdan. Ji xwe niha ji bo vê mijarê Qanûna Înfazê tê nîqaşkirin. Dikarin çarçoveya vê qanûnê dorfireh bikin."
PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ
Bîlmez, diyar kir ku piranî vîrus li kesên ku mezin û navsere peyda dibe û rewşa Ocalan û nexweşînên wî yên kronîk bibîr xist.
Bîlmez, got: "Hem ji ber tecrîdê, hem jî ji ber avhewaya giravê gelek nexweşînên muwekîlê me hene. Ji ber ku nayê tedawîkirin ev pirsgirêk zêde dibin. Di vê rewşê de heger bi vîrusê re jî rû bi rû bimîne, wê rîskeke mezin çêbibe. Divê ev jî esas bê girtin."
MAFÊ TELEFONÊ
Bîlmez, diyar kir ku ji bo hevdîtinê heftê du caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin û got, lê belê serlêdanên wan bi tu awayî nayên bersivandin. Bîlmez, anî ziman ku dixwazin biçin Îmraliyê û di şert û mercên guncan de hevdîtinê bi muwekîlê xwe re çêbikin û got: "Tu astengî li ber vê yekê tunene. Yanî heger rû bi rû nebe jî, bi awaykî îstisnaî dibe ev bi telefonê jî be. A rast hevdîtina vekirî ye. Lê dibe ji ber vîrusê ev yek jî pêk bê. Helbet a herî baş hevdîtina rû bi rû ye, lê ev nebe jî mafê telefonê yê muwekîlê me Ocalan û girtiyên li wir heye. Heta niha ev maf li Îmraliyê nehatiye bikaranîn. Em dixwazin ev mafê muwekîlên me esas bên girtin û qet nebe bi vîa wayî em û malbatên wan dikarin agahiyên durist wergirin. Em dixwazin ev demildest pêk bê."
MA / Ferhat Çelîk