AMED - Li Amedê şiliya bi tavan ku zêde dibe, li bajar bi awayekî neyînî bandor li jiyanê dike.
Şiliya ku duh li Amedê dest pê kir, di saetên şevê de bandora xwe zêdetir kir. Barana ku vegeriya şiliya bi tavan, bi awayekî neyînî bandorê li çûn û hatine mirov û wesayîtan kir. Ji ber kêmasiyên binesaziyan bajar li gelek deverên bajar av li ser rêyan bû gol. Tê payîn şilî heta çend rojên pêş î berdewam bike.