ÎZMÎR - Parêzer Zafer Încîn, diyar kir ku girtîgeh ji paqijî û venêrînê dûr in û divê girtiyên nexweş û temen mezin bên berdan.
Li Tirkiyeyê hejmara kesên ku bi vîrusa koronayê ketine derket 98'an û kesek jî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest da. Yek ji navendên ku ji bo vîrusê herî bi rîsq in girtîgehên. Ji ber vê yekê çavê herkesî li girtîgehan e. Li gel vê yekê jî li girtîgehan ji bo bergiriyên vîrusê tenê hevdîtin hatine bi sînorkirin. Ev rewş jî malbat û parêzeran dike nav gumanan. Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Zafer Încîn, bang li wezaretê kir û got ku divê girtiyên nexweş bên berdan.
'RÊVEBERÎ HESASIYET NÎŞAN NADIN'
Încîn, diyar kir ku weke parêzer û malbat derfeta wan a ku girtîgehên tê gotin bergirî li wan hatine girtin çavdêrî bikin çênebûye û wiha got: "Ji berê ve odeyên me yên hevdîtinê jî di nav de li girtîgehan pirsgireka paqijiyê heye. Tê angaştkirin ku li girtîgehan xebatên dezenfekteyê hatine kirin. Em bi gumanên ku ev xebat tenê li rêveberiyan hatiye kirin. Di serî de paqijî gumanên me yên ji bo rewşa tenduristiya girtiyan didomin. Mixabin em ji tecrûbeyên xwe zanin ku dê rêveberiyên girtîgehan di vê mijarê de hesasiyet nîşan nedin."
'GUMANÊN ME HENE'
Încîn, da zanîn ku li girtîgehan li kogûşên ku divê 8 kes lê bimînin 20 kes lê dimînin û ev tişt anî ziman: "Piştî belavbûna vîrusa koronayê, mixabin heta niha me şahidiya tevdîrên ku hatine girtin nekiriye. Vîrus ji bo girtiyan tahlûkeyeke mezin e. Tahlûkeya vîrusê her ku diçe mezintir dibe. Ji ber vê yekê divê destpêkê girtiyên nexweş bên berdan. Dîsa gelek girtiyên temen mezin hene. Divê ku ev girtî jî bên berdan. Sînorkirina hevdîtina me ya bi girtiyan re ji bo şopandina me ya girtîgehan dibe pirsgirêk. Ev pêkanînên ku têkiliya parêzer û rêxistinên sivîl a bi girtîgehan re qut dike, bi guman in. Ji ber vê yekê ji bo pêşvebirina vê pêvajoyê gumanên me hene."
'BILA JI BO GIRTÎGEHAN AMÛRÊN PAQIJIYÊ BÊB DAYÎN'
Di berdewama axaftina xwe de Încîn bal kişand ser paqijiya li girtîgehan û wiha pêde çû: "Xwarinên li girtîgehan ne paqij in. Divê ku rayedar vê pirsgirêkê çareser bikin. Dîsa amûrên paqijiyê li girtîgehan gelek biha ne û bi sînor tên firotan. Amûrên paqijiyê ji bo jiyana girtiyan girîng in û divê ji bo girtîgehan amûrên paqijiyê bên dayîn. Divê ku hejmara personelên tenduristiyê jî li girtîgehan bê zêdekirin û ji bo ku ji wan vîrus derbasî girtîgehan nebe kontrolên wan bên kirin. Ji ber ku şertên paqijî û venêrînê em ê timik berdana girtiyan bixwazin. Divê civak jî di vê pêvajoyê de guhê xwe bide daxwazên ku ji girtiyan tên."