AMED - Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Şerîf Demîr bal kişand ser şewba vîrûsa koronayê û got Amed ji şewba koronayê re ne amde ye û amadekariyên nexweşxaneyan kêm in.
Şewb ango nexweşîna vîrûsa koronayê li seranserî cîhanê belav bûye. Li gelek welatan jî nû belav dibe. Yek ji van welatan jî Tirkiye ye. Hefteyek e li Tirkiyê jî ji bo koronayê tevdîr tên girtin û li seranserî Tirkiyê metirsiya xelkê ya têkildarî vîrûsê jî belav bûye. Li Tirkiyê heta niha li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê 98 kes bi vîrûsê ketine û kesek 89 salî jî jiyana xwe ji dest daye.
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr têkildarî tevdîr û amadekariyên li Amedê yên ji bo vîrûsa koronayê ji ajansa me re axivî.
Demîr bal kişand ser hejmara zêdebûna kesên vîrûs li wan geriyaye û got di nava hefteyekê hejmar ji nişkava zêde bûye û ev jî dide nîşandan ku wê hejmar zêdetir bibe. Demîr da zanîn ku ji bo parastina tenduristiya mirovan çi pêwîst be bi lezgînî werin kirin û heke bi awayek lez û bez xelk xwe biparêz e dê xetere jî kêm bibin. Demîr got biryara giştînameya ji bo cihê qerebalix û cihên civakî ku hatine qedexekirin rast e û divê li van cihan hin bêtir ewlehî û tevdîr werin xurtkirin û însan werin parastin.
‘DIVÊ LI AMEDÊ LABARATÛVARA TESTAN BI LEZGÎNÎ WERE VEKIRIN’
Demîr bal kişand ser rewşa nexweşên li Amedê û wiha got: “Li Amedê em dibînin ku êdî metirsiyek zêde ketiye nava xelkê. Niha ji bo Amedê hejmarek kesên vîrûs li wan geriyaye li gel me nîne. Li Amedê nexweşxaneya ku wekî referans tê belavkirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl e. Ev yek nayê wateya ku nexweşiya koronayê tespît dike. Bila wisa neyê pênasekirin. Niha li Tirkiyê nexweşxaneyên ku testan bikin û encamê derdixin tenê 6 nexweşxane hene. Amed jî ne di nav van her şeş bajarn de ye. Ji bo parastinê hewce ye îzolasyon hebe û ev yek girîng e. Îzolasyon ji bo hejmara testê pir girîng e. Ev yek jî nîşanî me dide ku testên niha li Tirkiyê tên kirin hejmara wan pir kêm in. Ji ber vê jî bi lezgînî divê labaratûvarên ku ev test lê tên kirin, werin zêdekirin. Di nav bajarên ku yekemin ev labaratûvar werin zêdekirin yek jê jî Amed e. Ji ber ku Amed navenda vê herêmê ye divê bi lezgînî labaratûra van testan li vir were vekirin. Testên li Amedê ji bo encamê diçin Enqerê. Ev jî dibe sedema derengmayîna encamên nexweşiyê.”
‘AMADEKARIYÊN HEYÎ TÊR NAKIN’
Demîr destnîşan kir ku bajarek wek Amedê ku hem mezin e û hem jî navenda bajarên herêm ye ji bo şewba vîrûsa koronayê ne amade ye û got: “Li her nexweşxaneyên Amedê agahdarî hat kirin. Li hin odeyên Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê cihê karantînayê hatine amadekirin. Lê ev amadekarî têr nakin. Di rewşeke wiha de helbet dema nexweşiyeke ku belav bibe, dê zemîna ku her kes êdî li nexweşxaneyan bi vê nexweşiyê bikeve amade bike. Ev yek hem ji bo personelan hem jî ji bo gel tişta herî bi xeter e. Ji bo xizmeteke baş û qalîte ya tenduristiyê û ji bo her kes xwe biparêze hewce ye şert û mercên nexweşxaneyan jî werin amadekirin.”
‘DIVÊ XEBATKAR WERIN ZÊDEKIRIN’
Demîr di rewşek wiha a belavbûna şewbê de bal kişand ser rewşa xebatkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyan û got: “Heger ku rewşa nexweşên ji bilî vîrûsa koronayê ne lezgînî be divê neyên nexweşxaneyan. Di vir de xala herî girîng xweparstina hemşîreyan, bijîşkan û ya personelên tenduristiyê ye. Ji bo ku xizmeteke baş, bê pirsgirêk were dayîn divê şert û mercên ewlehiyê yên xebatkarên tenduristiyê werin sererastkirin. Hewce ye amûrên parastinê (maske, dezenfektan, pêşmal û hwd.) li hemû xebatkarên tenduristiyê werin belavkirin. Lazime hejmara xebatkarên tenduristiyê were zêdekirin. Armanca me wek odeya bijîşkan a sereke ew e ku em xelkê xwe ji bo tevdîran agahdar bikin. Pêwîste xelk li şûna bikeve nava panîkê divê haya xwe ji parastina xwe bike. Hewce ye ku li 14 xalên xweparastinê baş were guhdarkirin û li gorî vê yekê civak xwe biparêz e. Divê welatî bi taybetî xwe ji maçkirin û silavdayîna destan biparêzin.”