AMED - Rojnameya Xwebûnê dest bi weşana Podcastê kir. Xwebûn Podcast dê bi mijarên der barê muzîk, ziman, wêje, hunera kurdî û bi mijarên cihêreng ji bo guhdarên xwe weşanê bike.
Rojnameya Xwebûn dest bi weşanek nû kir. Rojnameyê li ser malpera xwe, bernameya yekemîn a Xwebûn Podcastê bi pêşkêşiya mamoste û lêkolînerê muzîka kurdî Veysî Varli weşand. Mêvanê yekemîn ê bernameyê stranbêjê kurd Mesud Gever e. Mesud Gever di hevpeyvînê de diyar dike ku hunera kurdî û henera bi zimanê kurdî ji hev cuda ne û divê muzîka kurdî ji rehên xwe dûr nekeve. Gever, her wiha balê dikişîne ser erka hunerê û wiha tîne ziman: “Huner hişyarbûna giyanî ye. Mirov bi hunerê giyanê xwe nas dike û xwe bi derdora xwe dide nasîn.”
Stranbêj Gever der barê têkiliya ziman û hunera kurdî de jî nêrînên xwe tîne ziman û dibêje ku hunermend berpirsiyarên ziman in û heger kurdî ne zimanê wan ê rojane be divê albumên kurdî çênekin. Bernameyên Xwebûn Podcastê ew ê di malpera rojnameya Xwebûnê, youtube, spreaker û soundcloudê de bên parvekirin.