AMED – Derbarê rojnameger Aydin Atay ê nûçeya têkildarî tedbîrên vîrûsa koronayê ya li Dadgeha Amedê hatine girtin di hesabê xwe yê medya civakî de parve kir, bi angaşta “xetere, tirs û panîkê xistiye nava xelkê” lêpirsîn hat destpêkirin.
Ajansa me têkildarî tedbîrên ji bo vîrûsa koronayê nûçeya “Dadgeha Amedê hat girtin!” çêkiribû. Derbarê nûçegihanê me Aydin Atay ê nûçeya têkildarî tedbîrên dadgehê di hesabê xwe yê medya civakî de belav kiribû lêpirsîn hat destpêkirin. Nûçegihanê me Atay bi angaşta “xetere, tirs û panîkê xistiye nava xelkê” hat sûcdarkirin.
Atay çû Buroya Amîrtiya Şaxê Têkoşîna Bi Sûcên Sîber a Miduriyeta Polîsan a Amedê û îfade da. Atay diyar kir ku nûçeya wî belav kiriye ne sûc e, berevajî vê yekê jî di nava nûçeyê de tedbîrên Baroya Amedê û Serdozgeriya Amedê girtine dih digire û armanca belavkirina nûçeyê ne tirsandina xelkê bûye. Atay da zanîn ku wî belavkirina nûçeyê bi armanca agahî dayînê kiriye û sûcdariya li ser xwe red kir.