ENQERE - Li Enqereyê welatî ji ber belavbûna vîrûsê bi fikar in. Ji ber li Enqereyê temasên dîplomatîk û çûn û hatina devê welat zêde ye fikar zêde ye. Li aliyê din ji ber ku ji bo welatiyên ji umrê hatin tedbîr nehat girtin û wezîrê tenduristiyê jî baweriyê nade welatiyan, fikar zêde bû.
Vîrûsa corona (covid-19) ku di kanûna 2019'an de li Çînê derket holê, li Tirkiyeyê bi lez belav dibe. Welatiyên li Enqereyê dijîn, hewl didin li gorî derfetên xwe yên şexsî tedbîran bigirin. Welatî bawer dikin ku li Enqereyê hêjmara nexweşên bi şewba vîrûsê pir zêde ye. Piştî cafê û navendên şahiyan hatin girtin, kolanên bajarê Enqereyê xalî bûn. Li navenda Enqereyê kolanên Kizilay û Yukselê û neqebên Konur û Karanfîlê xalî ye û bêdengî heye. Li xeta metro ku di rojên asayî de mirov nikare ji mirovan derbas bibe, hêjmara mirovan pir kêm bûye. Otobus vala diçin û tên Li gorî daneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê (ABB), beriya vîrûsa corona li Tirkiyeyê bê dîtin, di 9'ê Adarê de 794 hezar û 294 kes li otobusan suyar bûn. Lê hefteyek piştî vurûs hat dîtin di 16'ê Adarê de jî hêjmara kesên li otobusan siyar bûn daket 415 hezar û 294 kesan. Bi taybetî pişti pisporan xwest neçin cihê girseyî û temasî mirovan nekin, kolan û maşîneyên rêwitiya komî nevî nêvî vala bû. Yekîneyên şaredariyê li dijî vîrûsa corona ji otobusan heta metroya bi rêk û pêk dezenfekte dike û paqij dike.
VEKERA JI UMRÊ FIKAR ZÊDE KIR'
Bi taybetî piştî 10 hezar û 330 kes ji Umrê vegeriyan û hatin Balafirgeha Esenboga daketin, fikarên welatiyên li Enqereyê bêtir zêde kir. Kesên ji umrê hatin li 5 wargehên xwendekaran bi cih kirin.
Welatî Mahîr Yilmaz fikarên xwe anîn ziman û got: "Wezîr dibêje me tedbîr girtine. Lê welatiyên ji Umrê hatin wekî tiştek tune be li her alî belav bûn. Çawa ku nexweşi derket holê diviya bû tedbîr bihatina girtin.
Welatiya 67 salî Zehra Hakverdî ku ji bo pêdiviyên paqijiyê bistîne derket kolanê jî wiha got: “Ez bê navber destê xwe dezenfekte dikim. Heta ne mecbûrî bim dernakevin derve. Dewleta civakî divê bê pere malzemeyên paqijiyê belav bike. Ji bo em xwe biparêzin em nizanin em ê çi bikin. "
Bertekên li dijî biryara Wezîrê Karên Hundir a girtina Navendên Krîn û Firotinê (AVM) zêde dibin. Koleleya Razemenî û Navenda Krîn û Firotinê biryar da ku AVM saet di 12.00 de bên vekirin û saet di 20.00'an de bê girtin. Bi girtina AMV'yan re kolanên Kizilay vala bû.
DIVÊ XWENDEKAR BÊN AGAHDARKIRIN
Wezaretê diyar kir ku dê piştî 23'ê Nîsanê li ser înternet û tv perwerde bidin û dibistanan têxin betlanê. Xwendekara Lîseyê Elara a 16 salî diyar kir ku ew nizanin dê pergal çawa pêş bikeve û xwest rayedar der barê vîrûsê û pergala perwerdehiyê de xwendekaran agahdar bike.
Xwendekarê Lîseyê Yunus Emre jî bal kiyand ser derûniyê û wiha got: "Dibêjin wê bi rêya înternetê perwerde bidin. Lê her kes nikare xwe bigîne vê pergalê.
'REF VALA NE'
Li herêma Kocatepe jî refên marketan ên dezenfektan, kolonya, mendîlên bi alkol, ava cilan, bi temamî hat firotin û valakirin. Dîsa sabûna destan û kaxidê tuwaletê tev hatin firotin û ref vala bûn. Dîsa refên zexîreyan jî vala dibin. Xebatkarên marketan ên refan tiji dikin dîsa vala di bin û pêre nagînin. Welatî zexîre depo dikin û Welatiyên ku berê paketek maqarna dikirîn, niha deh bi deh koqî bi qalî digirin.
Xebatkarên fîrmayan diyar kirin ku li marketên Demîrtepe, Maltepe, Kizilay û Tunali li ser daxwazê sabûn û malzemeyên tedarîk dikişînin û pêre nagînin. Esnafekî li ser kolana Ziya Gokalp berhemên dezenfektan dişiroşe, diyar kir ku mirov ji eczaneyan tên û maske difiroşin wan, lê ew maskeyên xwe depoyan digirin.
Dermanfiroşê li Mithatpaşa Fehmi Kaynakçi, diyar kir ku berê pakêta maskeyan ya 50 heb têde bi 10 TL difirotin, lê niha qutiyek maske bi 175 TL difiroşin. Kaynakçi, destnîşan kir ku ji ber êdî buha dikevin destê wan, neçar im buha bifiroşim. Niha ez dezenfektana biçûk bi 20 TL difiroşim. Maliyeta wê 2-3 TL ye. Me berê di şertên asayî de dezenfektanê bi 5 TL difirotin. Lê niha buha dikeve destê me û em neçarin buha biforişin.
MA / Eylul Denîz Yaşar - Emrullah Acar