ÊLIH – Rêxistinên tenduristî û mafê mirovan ên Êlihê xwestin li dijî vîrûsa koronayê li girtîgehan tedbîrên demildest werin girtin.
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxê Êlihê, Odeya Bijîşkan a Êlihê û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxê Êlihê bi boneya tedbîrên li dijî vîrûsa koronayê li girtîgehan werin girtin daxuyaniyek belav kir. Rêxistinên tenduristî û mafê mirovan xwestin ku bêyî li girtîgehan metirsiyek pêk were divê bi lez û bez berpirsiyar bikevin nava tevgerê û li girtîgehan tedbîran pêk bînin. Rêxistinan her wiha xwest li girtîgehan xizmeta tenduristî û paqijiyê bênavber pêk were û ji bo vê yekê gav werin avêtin.