ENQERE - TTB'ê têkildarî vîrûsa corona ku li cîhan û Tirkiye belav dibe daxuyanî da ji Wezareta Tenduristiyê xwest ku tedbîran bistînin û kêmasiyên heyî temam bike.
Konseya Navendî ya Yekîtya Tabîbên Tirk (TTB), têkildarî vîrûsa corona (Covid-19) ji Wezareta Tenduristiyê re nivîs şand û xwest kêmasiyên heyî temam bike û van kêmasiyan ji holê rake. TTB'ê bi Îmzeya Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Dr. Sinan Adiyaman nivîs ji Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca re nivîs şand. TTB'ê diyar kir ku wezareta tenduristiyê bi qasî têr dike tedbîrên parastinê nesitendine û xwest bi lez kêmasiya malzemeyên parastinê temam bikin.