MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê gundiyan ji bo pîrozbahiya Newrozê agir pêxistin û derbasî malên xwe bûn û li malên xwe pîrozbahiyê berdewam kirin.
Ji ber vîrusa koronayê îsal pîrozbahiyên Newrozê yên girseyî betal bûn. Lê li gel vê yekê jî li navçeyên Mêrdînê pîrozbahiyê Newrozê berdewam dikin. Agirê Newrozê ku beriya li navçeyên Stewr û Dêrikê pêketibû, bi navçeya Qoserê berdewam kir. Li taxa Qosar a Qoserê duh di saetên şevê de bi dûrişmeyan agirê Newrozê hat pêxistin û paşê jî pîrozbahî li malan hatin berdewamkirin. Îro jî li gundê Hêşerî yê navçeyê agirê Newrozê hat pêxistin. Gundî derketin serê qotê herî bilind ên gund û agirê Newrozê pêxistin û dûrişmeya "Bijî Newroz" berz kirin. Gundiyan agirê Newrozê bi lastîkên ku berhev kiribûn, pêxistin.
Gundî, demekî li dora agirê ku pêxistin rawestiyan û pişt re ldi çarçoveya banga HDP'ê ya ji bo Newrozê de derbasî malên xwe bûn û pîrozbahiyên Newrozê li malên xwe berdewam kirin.