ÊLIH – NASA ji peykê wêneyê Bendava Ilisû ya ku Heskîfê daqûrtandiye û hilweşandiye belav kir û wiha hat gotin: “Wê bedelek vê yekê hebe.”
NASA, wêneyê peykê yê navçeya dîrokî Heskîfê ku di bin ava Bendava Ilisûyê de hat hiştin girt û parve kir. Bi belavkirina wêne re nivîsek jî hat belavkirin û bal dikişîne ser bandora neyînî ya Bendavê. Gotarê de wiha hat gotin: “Wê bedelek vê yekê hebe. Wê hemû Heskîfê di bin avê de bimîne. Wê ji ber bendavê ava Sûriyê û Iraqê jî kêm bibe. Wê keleha Heskîfê ku berê ji aliyê Romayan, Mogolan û Tirkên Selçûklûyê ve hatiye dagirkirin di bin avê de bimîne. Bi hezaran şikeft jî wê di bin avê de bimînin.”