ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê ji ber şiliya zêde, li hin deverên Çemê Dîcleyê av rabû û Bajaroka Qesrikê jî hin mal û axur di bin avê de man.
Şiliya ku duh li Şirnex û navçeyên wê dest pê kiribû û hê jî didome, bi awayekî neyînî bandor li jiyanê dike. Ji ber şiliyê li hin deverên Çemê Dîcleyê av rabû. Li Bajaroka Qesrikê ya di navbera Şirnex û Cizîrê de hin mal û axur di bin avê de man. Welat ji ber berdewamkirina şiliyê guman dikin ku xesarên maddî li malên wan peyda bibin.
LI ELKÊ BERF DIBARE
Li aliyê din li navçeya Elkê ya bajar jî berfê dest pê kir. Navenda navçeyê bi berfê spî bû. Li Qilebanê jî berf û baran bi hev re dibare.