ÎZMÎR - Rêxistinên mafên mirovan têkildarî vîrûsa corona daxuyanî dan û xwestin Wezareta Dadê gavan bavêjin. Parazvanan anîn ziman ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê rastî îşkenceya giran hatine.
Parazvanên mafên mirovan ên li Îzmirê têkildarî vîrûsa corona (Covid-19) û zextên li ser girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê li Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de rêveberên ÎHD, OHD), ÇHD, Ege TUHAY-DER, TÎHV), Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Îmece-Der û Înîsiyatifa Maf amade bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Prz. Zafer Încîn, anî ziman ku Wezîrê Dadê ji bo parastina girtîyan a li dijî vîrûsê tu tedbîr girtine û av neavêtine. Încîn, xwest ji bo paqijî û dezenfektanê gavan bavêje û erka xwe pêk bînin.
Endamê OHD'ê Prz. Şukran Ozturk jî têkildarî zextên li ser girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê daxuyanî da û wiha got: "Ji 5'ê Îlona 2018'an heta niha rêveberiya girtîgehê zorê li girtiyan dike ku li ser piyan girtiyan bijmêrin. di 12'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê li kawîşa A-22'an dîsa xwest girtiyan li ser piyan bijmêre. Pişti girtiyan ev yek îtiraz kir, girtî rastî tundiya fîzîkî hatin. Girtî rastî lêdanê hatin. Dîsa girtî Adem Bozkurt û Mehmet Tekin li dervê kawîşê rastî îşkenceya giran hatine. Em ê şopdarê vê meseleyê bin."