HEWLÊR - Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku qedexeya derketina derve 5 rojên din jî dirêj kirine.
Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê ji ber vîrûsa koronayê di 13’yê adarê de biryara qedexeya derketina derve ji bo 48 saetan dabû, pişt re jî 72 saetan hatibû dirêjkirin. Niha jî bo 5 rojên din hat dirêjkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê Rêbaz Ehmed îro serdana Silêmaniyê kir û li gel Waliyê Silêmaniyê û Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê civiya. Pişt re daxuyanî da çapemeniyê. Wezîrê Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê Rêbaz Ehmed diyar kir ku ji ber qedexeya çend rojên borî encama baş hebû û li ser daxwaza Wezareta Tenduristiyê 5 rojên din qedexe dirêj kirine.
Wê qedexe bi şev saet di 24.00'an dest pê bike û heta saet 24.00’an a roja 23’yê adarê berdewam bike.
Wezîrê Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê Rêbaz Ehmed diyar kir ku eger hinek kesan cihê kar an jî cihê çandiniyê hebin her çend rojan carekê dikarin bi destûrê serdan bikin.
Rêbaz Ehmed eşkere kir ku dahata hundirin a Herêma Kurdistanê nêzî sifrê bûye û vîrûsa korona bandorê li ser aboriya hemû welatên cîhanê kiriye û got: "Dibe ku rastî krîza darayî werin.”