NAVENDA NÎÇEYAN - Li Tirkiyeyê hêjmara mirî û berketiyê vîrûsa corona zêde dibe. Hêjmara miriyên ji ber vîrûsê derket 2'an û berketiyê vîrûsê jî 191'an.
Li Tirkiye hêjmara mirî û berketiyên vîrûsa corona her roj qat bi qat zêde dibe. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca, şevê din daxuyani da û diyar kir ku li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi vîrûsê mirin derket 2'an û hêjmara bi şewba vîrûsa corona ketine derket 191'an. Wezîr anî ziman ku kesê duyemîn ê bi vîrûsê mir mêrekî 61 salî ye.