STENBOL – Endamê Desteya Rêvebir a Bijîşkan a Stenbolê Mûrat Ekmez, anî ziman ku eger ji bo tenduristkaran ekîpmana tevdîrgirtinê pêk neyê wê tenduristkar bibin hilgirê vîrusê û got: "Madem em dixwazin tenduristiya gel baş be, nexwe divê pêşî tenduristiya xebatkarên tenduristiyê esas bê girtin."
vîrusa coronayê (Covîd-9) ku pêşî li bajarê Wûhan ê Çînê peyda bû, niha li seranserê cîhanê belav bûye. Hê jî tedawiya wê nehatiye dîtin. Li gorî pisporan tevdîrên li Tirkiyeyê tên girtin kêm in û her wiha ekîpmanên tenduristkaran jî kêm in.
Endamê Desteya Rêvebir a Bijîşkan a Stenbolê Mûrat Ekmez, destnîşan kir ku li hemberî vê vîrusê tenduristiya xebatkarên tenduristiyê meseleyeke pir krîtîk e û got, heke ji bo tevdîrgirtinê ji bo xebatkarên tenduristiyê ekîbmanek baş tunebe, wê xebatkar bibin hilgirê vê vîrusê. Ekmez, anî ziman ku loma demildest divê pêşî ji bo xebatkarên tenduristiyê ekîbman bên peydakirin û got, her wiha ji bo vê nexweşînên xebatkar baş nehatine perwerdekirin. Ekmez, got: "Hê jî ji bo nexweşên ji ber vê vîrusê tên nexweşxaneyê, xebatkar nehatine serwextkirin wê çawa nêzî nexweşan bibin. Heger hatibin kirin jî haya me jê tuneye. Heger Wezareta Tenduristiyê ev tiştk kiribe jî, lê li herêman nehatiye belavkirin."
TENDURISTIYA XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ
Ekmez, diyar kir ku li Îtalyayê ji ber ku xebatkarên tenduristiyê di vî warî de baş nehatine serwextkirin di dema mudaxilekirinê de ditengijin û got: "Ji ber vê vîrusê ewilî cihê ku welatî biçinê nexweşxane ne. Di warê tevdîran d edivê xebatkarên tenduristiyê baş bên serwxtkirin û rîsk bê kêmkirin. Li gelek nexweşxaneyan hê jî ev tişt heye; li ber derî yek jê germa laş dipîve, heger germ alaşê wî zêde be wî dişînin cihekî û li wir ji xeynî maskeyê bêyî tiştekî din ê parastinê hebe mudaxile dikin."
Ekmez, destnîşan kir ku ji bo tenduristiya civakê tenduristiya xebatkarên tenduristiyê pir girîng e û got: "Madem em dixwazin tenduristiya gel baş be, nexwe divê pêşî tenduristiya xebatkarên tenduristiyê esas bê girtin."
MA / Nacî Kaya