ÇEWLIG – Li Navenda Kaşikê ya Hesarekê, ji ber ku pirsgirêka qonaxvegirtinê heye, pêşbaziyên neteweyî û navneteweyî nayên kirin.
Li Çewligê, di sala 2015'an de li quntarên Çiyayê Hesarekê bi 17 milyon TL'yî Navenda Kaşikê hatibû çêkirin. Di zivistanan de herî zêde gelên herêmê diçinê. Gava nû hatibû çêkirin mihrîcanên kaşikê, çalakiyên pareşûtan û gelek çalakiyên din dihatin lidarxistin. Lê belê niha ev çalakî hew tên lidarxistin. Ji ber ku li navenda kaşikê cihê qonaxvegirtinê kêm e pêşbaziyn neteweyî û navneteweyî nayên kirin.
Rayedarên navenda kaşikê diyar kirin ku her sal bi hezaran kes tê, lê belê pirsgirêka qonaxvegirtinê heye û gotin, tenê ji bo qonaxvegirtinê pansiyoneke ji bo 70 kesî heye. Rayedaran, anî ziman ku li navenda kaşikê ji bo kaşbazên profesyonel pîst hene, lê belê pêşbaziyên neteweyî û navneteweyî nayên lidarxistin û gotin, herî kêm 300 kaşbaz û nêzî 70 hakem tev li pêşbaziyekê dibin û gava mirov malbatên wan jî bihesibîne ev dibe nêzî hezar kesî. Rayedaran, diyar kir ku lê belê pansiyona heyî têra ev qas mirovan nake û gotin, heger cihê qonaxvegirtinê hebûna wê malovaniya gelek çalakî û pêşbaziyan bikirana.