ŞIRNEX – Walîtiya Şirnexê navenda bajêr û 15 herêmên 5 navçeyan heta dawiya salê wekî herêmên qedexe îlan kirin. Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz, bertek nîşanî vê yekê da. Kaçmaz, bang li rayedaran kir ku ji bo gelê ku sewalvaniyê dike zêde mexdûr nebe, rojek berî rojekê qedexeya hatiye îlankirin bê betalkirin.
Walîtiya Şirnexê, navenda bajêr û 15 herêmên navçeya Cizîr, Silopiya, Qileban, Basan û Bêşebabê heta dawiya salê wekî herêmên qedexe îlan kir. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz bertek nîşan da û got, ji bo gel bêtir mexdûr nebe divê qedexeya hatiye îlankirin bê betalkirin.
Kaçmaz, anî ziman ku ne cara ewil e ku li herêmê qedexe tên îlankirin, ev yek bi salan e didome û got, ev qedexe zorê li jiyana gel dikin û bi xwe re dibin sedema gelek pirsgirêkan. Kaçmaz, got: "Israrkirina di polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd de, ji bo gelê kurd û gelên dinê dibe sedema bedêlên giran. Gava em li polîtîkayên ku ji dema avakirina komarê heta niha li erdnîgariya kurdan pêk tên mêze dikin, hema bêje Rewşa Awarte ne. Qedexekirina herêman li gel jiyana civakî, dibe sedema krîzeke aborî jî. Çimkî li erdnîgariya kurdan aboriya mezin sewalvanî û mêşvanî ye. Mirov bi van tiştan debara xwe dikin. Gava em van qedexeyan û 40 salên dawî bînin ber çavê xwe, em dibînin ku her diçe sewalvanî kêm dibe û hindik maye bi temamî biqede."
‘LI TU DEVEREKÊ CÎHANÊ TIŞTEKÎ WIHA TUNEYE'
Kaçmaz, anî ziman ku li tu deverên cîhanê qedexeyên ku salekê bidomin tunene û got: "Em bang li rayedaran dikin; neçareserkirina pirsgirêka kurd, şidet, israrkirina di şer de ne tenê bi kurdan bi tevahiya welat dide windakirin. 100 sal in heman tiştî diceribînin, lê di hemûyan de jî îqtidar bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû mane. Neçareserkirin di warê civakî, aborî û siyasî de mirovan bêtir mexdûr dike. Wekî Birêz Ocalan bi israr dibêje, divê polîtîkaya aştiyê têkeve dewrê. Îjar berî ku welatiyên me zêdetir mexdûr bibin divê ev qedexe bi dawî bibin. Einstein gotiye, 'gava meriv heman tiştî bike û li benda encamine cuda be, ev ehmeqtî ye. Yanî israrkirina di şer de, israrkirina di ehmeqtiyê de ye."
MA / Mujdat Can