STENBOL – Hevserokên HDP'a Stenbolê diyar kirin ku divê gel guh bin ser Newroza alternatîf ya ku partiyan îsal ji ber vîrusa coronoyê diyar kirine û gotin: "Bila gelê me di saeta hatiye diyarkirin, bibin yek dil, yek deng û ye tuh û daxilî Newrozê bibin."
HDP'ê ragihandibû ku ji ber vîrusa coronayê îsal pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê betal kirine. Ji ber vê HDP'ê duh li ser hesabê xwe yê fermî daxuyanî dawbû û ji welatiyan xwestibû ku di 20'ê Adarê saet di 20.20'an de derkevin pace û şaneşînên malên xwe û bi ronahiyên telefon, lembeyên destan, meşale, tilîlî û stranan Newroza îsal pîroz bikin. Hevserokê HDP'a Stenbolê jî anîn ziman ku ji ber vîrusa coronayê wan pîrozbahiyeke alternatîf diyar kiriye û wê di serdemeke wiha de ronahiya ku pê bikeve bibe cihê hêviyê.
SEMBOLA BERXWEDANÊ
Hevseroka HDP'a Setnbolê Elîf Bûlût, anî ziman ku ne li qadan be jî wan xwestiye bi vî awayî jî coşa Newrozê li malan bê hîskirin û got, biryara hatiye girtin zûzûka ragihandine rêxistinên xwe yên navçeyan. Bûlût, diyar kir ku ji hêlekê ve li hemberî vîrusê têdikoşin, ji hêlekê ve jî ji bo rojeva xwe ya sereke Newrozê xebatên xwe didomînin û got, ji bo vê li seranserê Stenbolê xebat dane destpêkirin. Bûlût, bal kişand ser girîngiya Newrozê û got: "Bi hezaran sal e sembola berxwedanê ye. Hin serdeman hatiye qedexekirin, lê di wan serdeman de jî bi awayekî hatiye pîrozkirin. Ji ber ku ev vîrus tenduristiya civakê eleqedar dike, îsal me çalakiyên ji bo pîrozbahiya Newrozê betal kirin. Loma me biryarek wisa girt û em ê îsal li malan pîroz bikin."
BI RUHÊ NEWROZÊ
Bûlût, got: "Vîrusa coronayê nexweşîneke mezin e. Niha jî li dijî vê vîrusê tam dema piştevaniyê ye. Newroz jî yek ji vê piştevaniya civakî ye. Wê têkoşîna li hemberî vê nexweşînê jî ji bo gelan bibe hêvî." Bûlût, bang li her kesî kir ku di heman saetê de tev li pîrozbahiya Newrozê bibin.
Hevserokê HDP'a Stenbolê Erdal Avci jî anî ziman ku niha bi rewşeke awarte re rû bi rû ne û got: "Di rewşeke wiha awarte de bi awayekî girseyî pîrozbahiya Newrozê ne tiştekî aqilane bû. Loma me betal kir. Lê gava em girîngiya dîrokî ya Newrozê tînin ber çavê xweî teqez divê bê pîrozkirin. Partiya me jî ji bo pîrozbahiyeke bi vî rengî biryar da."
‘LI HEMBERÎ BÊÇARETIYA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST RONAHÎ'
Avci, anî ziman ku vîrusa coronayê bêçaretiya modernîteya kapîtalîst careke din nîşan daye û got, li dijî bêçaretiya modernîteya kapîtalîst, di her serdemê de gelan alternatîf afirandine. Avci, anî ziman ku divê biryara partiyê ya di vê serdema awarte de jî bi vî awayî bê dîtin û got: "Agirê Newrozê tim û tim li dijî tarîtiyê vêketiye. Loma çi dibe bira bibe divê gelê me li cihê xwe Newrozê pîroz bike li dijî tarîtiya pergala kapîtalîst bibe ronahî. Bila gelê me di saeta hatiye diyarkirin, bibin yek dil, yek deng û ye tuh û daxilî Newrozê bibin."